Ji Sûrê peyam heye: Bi ruhê Kobanê ji bo Sûrê rabin ser piyan
Rojnamevanê DÎHA Mazlûm Dolan ê ku li jêrzemîna avahiyekî yê Sûrê asê bûne, diyar kir ku li gel ji 32 birîndaran 9 jê giran hene.
Rojnamevanê DÎHA Mazlûm Dolan ê ku li jêrzemîna avahiyekî yê Sûrê asê bûne, diyar kir ku li gel ji 32 birîndaran 9 jê giran hene.
Rojnamevanê DÎHA Mazlûm Dolan ê ku li jêrzemîna avahiyekî yê Sûrê asê bûne, diyar kir ku li gel ji 32 birîndaran 9 jê giran hene. Dolan, peyama welatiyên sivîl ên li gel wiha anî ziman: “Çawa bi ruhê Kobanê rabûn serhildanê, ji bo Sûrê jî rabin ser piyan.”
Êrîş û terora dewleta Tirk a li ser navçeya Sûr a Amedê di roja 78. de didome, rojnamevanê DÎHA Mazlûm Dolan ê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li gel malbatên ku di avahiyekê de asê mane, têkildarî rewşê peyamek şand.
Di peyama Dolan ê ku saet 19:49’an de şand wiha tîne ziman: “ 32 birîndar hene. Li vir rewşa 9 birîndaran giran e. Derman, av û pêwîstiyên jiyanê nîne. Banga sivîlên li vir wiha ye: ‘Êdî divê gelê li derve rabin ser lingan. Me bi tenê nehêlin. Çawa ku bi ruhê Kobanê rabûn serhildanê, ji bo Sûrê jî rabin ser piyan. Roj roja namûs û şerefê ye.”