Cenazeyê Derya Koç ber bi bajarê wê hat oxirkirin

Cenazeyê Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a di nav kesên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatin înfazkirin de bû, ji aliyê malbatê hat wergirtin, ji bo defnkirinê birin navçeya Qereyazî ya Erziromê.

Li Silopiyayê cenazeyê Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç  a di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê bi rojan navnîşana lê ne da, bi telefonê tevlî weşanên zindî bû û ji cîhanê tevahî ragihand ku sivîl in û daxwaza ambûlansê kir, lê ji aliyê hêzên dewletê hat înfazkirin,  ji aliyê malbatê teslîm hat girtin. Cenazeyê Koç a li Deriyê Sînorê Xabûrê li Saziya Tiba Edlî ya demkî ji aliyê malbatê hat teşhîskirin û anîn pêşiya Edliyeya Silopiyayê. Piştî karên li edliyeyê, cenazeyê Koç ji bo defnkirinê ber bi navçeya Qereyazî ya Erziromê ve şandin.