Li Hezexê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Hezexê welatiyê bi navê Ramazan Zan ê ku duh li mala xwe nexweş ket lê ji ber ku ambulans bi hinceta "ewlehiyê" hate asteng kirin dereng rakirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê topbarana li hemberî taxan jî didome.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de topbarana li hemberî taxan duh bi şev dom kir. Bi taybet tankên ku li gundê Xirapşeref a hatine bicihkirin, taxên Yenî Mahalle û Turgut Ozal bênavber topbaran kir. Ji ber topbaranê li taxa Yenî Mahalle jî şewat derket. Ji malê dûxan bilind dibe lê destûr nayê dayîn ku komên agirkuj mudaxale bikin. 

Duh danê êvarê, welatiyê bi navê Mehmet Naz ê li gundê Xirapşerefê ji ber topbarana giran ku ji gund hate kirin, qeyrana dil derbas kir. Malbata Zan ji bo ambulansê li 112 Beşa Lezgîn geriyan lê bi hinceta "ewlehiyê" ambulans neçû gund. Malbatê bi derfetên xwe ve Zan rakirin nexweşxanê lê Zan di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da. 

Topbaran û gulebarana li ser taxan didome.