Berlîn ji bo Sûrê li ser piyan e
Kurdistaniyên li paytexta Berlîn a Elmanya dijîn, ji bo protestokirina êrîşên terora dewleta Tirk a li hember Sûrê daketin kolanan.
Kurdistaniyên li paytexta Berlîn a Elmanya dijîn, ji bo protestokirina êrîşên terora dewleta Tirk a li hember Sûrê daketin kolanan.
Kurdistaniyên li parytexta Berlîn a Elmanya dijîn, ji bo protestokirina êrîşên terora dewleta Tirk a li hember Sûrê daketin kolanan.
Di çalakiyên dengderxistinê ên ku ji aliyê NAV-DEM – Meclîa Jinan a DEST- DAN’ê ve li paytexta Elmanya Berlînê ku ev hefteyeke li semta herî qelebalix a Berlînê bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” dayî destpêkirin, îro jî ji bo protestokirina êrîşên terora çeteyên hikûmeta Erdogan û êrîşên qetlîamwarî yên li ser Sûrê daketin qadan.
Di çalakiya ku li Merhîngdammê de bi dehan kes beşdar bûn, pankartên ; “DAÎŞ=AKP”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Dewleta Tirk qetlîamên xwe yê li Kurdistanê bi dawî bike” û “ Bijî Berxwedana Sûrê” vekirin. Di çalakiyê de jî dem bi dem dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîs Tirkiye”, “Tevahî dagirker ji Kurdistanê derkevin” û “ PKK gel e, gel li vir e” qîr kirin.
BERLÎN WÊ SIBEHÊ Û DUSIBEHÊ JÎ LI KOLANAN BIN
Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, wê çalakiyên xwe yê li hember komploya navneteweyî û êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi protestoyan berdewam bikin.
Çalakiyên ku NAV-DEM û DEST-DAN dane destpêkirina banga beşdariyê kirin.