MOP êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava şermezar kir
MOP êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bi mejiyê dagirkeriyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dike."
MOP êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bi mejiyê dagirkeriyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dike."
MOP li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got, "Bi mejiyê dagirkeriyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dike. Dewleta Tirk ditirse hesabê sûcên xwe yên li hemberî dîrok, gelan û mirovahiyê kiriye, bide. Lewma êrîşî her derê dike û herêmê dişewitîne."
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bêtehemûliya dewleta Tirk li hemberî kantonên demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê û êrîşî wê yên dagirkeriyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji roja destpêkirina kaosa li Sûriyeyê û vir ve dewleta Tirk xwest rêxistinbûyînên mîna DAIŞ, El Nûsra, Artêşa Azad bibin alternatîfa rejîma Baasê û hat destnîşankirin, ku bi dewamiya şer re van komên li dijî mirovahiyê rûyê xwe yê rast li Kobanê nîşan dan ku ji bilî alternatîfa li rejîma Baasê, bi çi rengî civakê û mirovan qetil dikin.
MOP'ê diyar kir, ku bi vî rengî ji aliyê mirovahiyê ve hatine lenetkirin û wiha dewam kir: "Tevî vê yekê jî dewleta Tirk desteka xwe ya ji bo van hêzan dewam kir. Di heman demê de bi durûtî hewl da vê desteka xwe veşêre, lê nekarîbû. Di salvegera 100. a Qirkirina 1915'an a li dijî gelên Ermenî, Rûm û Asûrî/Suryanî/Keldanî de dewleta Tirk li pêşberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çû. Bi rêxistinbûyînên mîna DAIŞ û El Nûsra re hewl da pêşî li vê têkçûna xwe bigire. Ji qelsî û têkoşîna van rêxistinbûyînan qebûl nake, hewl dide wan biparêze. Çend meh berê li herêma Başîkayê ji bo parastina wan, leşker şand. Niha jî ji bo parastina DAIŞ, El Nûsra û yên mîna wan ku nikarin li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bisekinin, hina Ezazê dike bahane û amadekariyan dike xaka Sûriyeyê dagir bike. Baş e e panîk ji bo çi ye? Ji ber ku stratejiya nîjadperest, faşîst û hegemonya Îslamî ya dewleta Tirk serberjêr bûye û sîstema demokratîk a gelan a li Rojava/Gozarto weke alternatîf derketiye holê, ditirse. Di şexsê dewleta Tirk de bi awayekî zelal hatiye dîtin ku feraseta netewe-dewletê li sedsala 21'an nayê.
Bi vê feraseta xwe ya tirsê re li Cizîr, Silopiya, Şirnex, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê, li hemberî YPS û gelê sivîl ên bi awayekî demokratîk xwe diparêzin, komkujiyan dike. Bi mejiyê dagirkeriyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike. Dewlet Tirk ditirse ku hesabê sûcên xwe yên li pêşberî dîrokê, gelan û mirovahiyê kiriye, bide. Lewma êrîşî her derê dike, herêmê dişewitîne. Lê belê ev zîhniyeta faşîst a îflas kiriye, êdî bi kêr nayê! Her kes dizane dewleta Tirk stratejiyeke çawa ya faşîzma Îslamê diparêze û ji aliyê welatên cîhanê ve hatiye dîtin, ku bi vê stratejiyê re nikare bi pêş de biçe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev zîhniyeta paşverû êdî ber bi dawiyê ve çûye û rêya çareseriyê ya gelan têkoşîna demokrasiyê ye ku li Sûriye û Tirkiyeyê gelê Kurd jê re pêşengiyê dike.
MOP'ê da xuyakirin, ku serketina vê têkoşînê wê li Rojhilata Navîn rûpelekî nû veke û pêşeroja azad a gelan diyar bike û got, "Em bang li raya giştî ya cîhanê, gelan û hêzên demokrasiyê dikin; li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Rojava dixwe helwestê nîşan bidin, şermezar bikin û qebûl nekin."