'YÎBO dibistanên bişavtinê ne'
Dijwar Zîlan ê ji bo perwerdeyê çû YÎBO û piştre dibistan terikand û tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Li van dibistanan, ji bilî xwendekaran, leşker tên afirandin. Ji bo jiyaneke cuda, bingeh tê danîn."
Dijwar Zîlan ê ji bo perwerdeyê çû YÎBO û piştre dibistan terikand û tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Li van dibistanan, ji bilî xwendekaran, leşker tên afirandin. Ji bo jiyaneke cuda, bingeh tê danîn."
Dijwar Zîlan ê ji bo perwerdeyê çû YÎBO û piştre dibistan terikand û tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Li van dibistanan, ji bilî xwendekaran, leşker tên afirandin. Ji bo jiyaneke cuda, bingeh tê danîn. Dewlet dixwaze li van dibistanan ciwanên Kurd asîmîle bike û ji xwe re bike ajan."
Dijwar Zîlan ê ji Qers-Qaxizmanê, ji 7 salî ji dibistana seretayî heta lîseyê li YÎBO perwerde dît. Bi hinceta perwerdeyê re neçar ma bi salan ji malbata xwe cuda bijî. Piştre dest ji vê perwerdeyê berda û tevlî nava refên PKK'ê bû.
Dijwar Zîlan nêzîkatiya li ciwanên Kurd a li YÎBO'yan vegot û wiha axivî: "Li YÎBO, ne xwendekar, leşker tên pewerdekirin. Dema min nêzîkatiya wan a li xwendekarên Kurd didît, ez hîn bêhtir ji sîstemê dûr diketim. Di nava sîstemê de li ser navê jiyanê ti tişt tinebû. Bi tenê ji bo saziyên dewletê kadro dihatin perwerdekirin. Lewma min biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibim."
'LI METROPOLAN JIYANEKE ASAYÎ NÎNE'
Zîlan di dewama axaftina xwe de got, "Hînê di emrekî biçûk de ji ber zexta dijmin em neçar man bi malbatî koçî Enqereyê bikin. Li Qersê jiyaneke me ya xwezayî hebû. Em bi çand û zimanê xwe dijiyan. Lê piştî ku me koçî Enqereyê kirin, em ji jiyana xwe ya xwezayî dûr ketin. Dema ji Kurdistanê dûr ketin, hem malbata min hem jî min gelekî zehmetî kişand. Li metropolan mirov gelekî sar in."
Zîlan diyar kir, derdora wan dema dibihîstin ew Kurd in, nêzîkatiya wan diguherî û destnîşan kir, ku cihêbûna ji xaka xwe sedema biyanîbûnê ye. Dijwar Zîlan got, "Dema em zarok bûn, diya min timî digot. Lê min zêde fêm nedikir. Dema em ji cih û warên xwe derketin, min hingî fêm kir ku mirov dibe biyaniyê cewhera xwe. Lewma sedem çi dibe bila bibe, divê mirov cih û warê xwe, xaka xwe neterikîne."
'YÎBO CIHÊ AFIRANDINA LEŞKERAN E'
Dijwar Zîlan ê ku ji heft salî heta salên xwendina lîseyê li Dibistana Leylî ya Herêman (YÎBO) ma, axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku şert û mercên me nebûn, şert bû ku li van dibistanan bixwînim. Lê piştî ku hinekî mezin bûm, min hin tişt baştir dît û analîz kir. Li van dibistanan ji xwendekaran bêhtir, leşker dihat perwerdekirin. Ji bo jiyaneke cuda, bingeh tê danîn. Dewlet dixwaze li van dibistanan ciwanên Kurd asîmîle bike û ji xwe re bike ajan. Dewleta Tirk li van dibistanan bi awayekî zexel, zîhniyeta dewletê dida mirovan. Gelek ciwanên haya xwe ji vê çênedibû, asîmîle dikir û bi kar dianî. Bi vî rengî ji rastî û cewhera xwe dihatin dûrxistin."
Gerîla Dijwar Zîlan da xuyakirin, ku ti aliyê perwerdeyê yê YÎBO'yan nîne û got, "Ji bilî bişavtinê, li van dibistanan ez bi tiştekî hîn nebûm. Ji dema tevlî nava refên PKK'ê bûme û vir ve, min mirovahî, parvekirin û vegera li cewherê fêm kir. PKK di serî de ji bo ciwanên Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê dibistaneke jiyanê ya rasteqîn e. Lewma divê ciwan tevlî bibin. Li şûna biyanîbûnê, vegera li cewherê, mirovbûyîn divê armanca mirovan be. Ev jî bi PKK'yî bûyînê dibe."