DYA: Em dikarin piştgiriyê bidin hêzên Kurd ên li Efrînê
Serheng Steve Warren ku Berdevkê Operasyona Biryarbûna Xwezayî yê DYA ya li Iraq û Sûriyeyê dimeşîne ye, got dikarin piştgiriya hewayî bidin hêzên Kurd ên li Efrînê şer dikin.

Serheng Steve Warren ku Berdevkê Operasyona Biryarbûna Xwezayî yê DYA ya li Iraq û Sûriyeyê dimeşîne ye, têkîldarî operasyonên li hember DAIŞ’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Warren diyar kir ku heta niha piştgirî nedane hêzên Kurd ên li Efrînê, destnîşan kir ku dikarin piştgiriya hewayî bidinê.
Warren wiha axivî: “Niha, destpêkê hêzên me berê xwe dan muxalefeta Sûriyeyê û hin muxalefeta navîn. Heta niha me ti operasyonên hewayî ji bo piştgiriya Kurdên li Efrînê nekiriye, lê ev nuqteyek pêwîst e li ser bê fikrandin e.”
Serheng Warren got li hember DAIŞ’ê serketinên girîng bi dest xistine, da xuyakirin ku di çarçoveya operasyonê de gelek navendên fînansê hatine îmhakirin û mîqtarek bi qiymet pereyê DAIŞ’ê jî hatiye tinekirin.