Li Amedê polîsên Tirk êrîşî çalakya ji bo Sûrê kirin

Li Amedê polîsên Tirk bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rast êrîşî çalakiya ji bo Sûrê kirin. Li beramberî van êrîşan jî gel ket xweparastinê û bendên nû danîn û bi keviran jî bersîv dan.

Li Amedê di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Jinên Azad ji bo Sûrê çalakî li dar xistin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse di nava kolanan de belav bûn û çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Polîsên Tirk bi ava şid, bombeyên gazê, guleyên rast û TOMA û Akrepan êrîşî gel kirin.

Gelê ku ket xweparastinê, bendên nû avakirin û agir pêxistin û bi keviran bersiv dan polîsên Tirk.