Kûblay ê li Cizîrê hat qetilkirin bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê Mehmet Kûlbay ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li Semsûrê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha Semsûrê Mehmet Kûlbay (22) ê ku li navçeya Cizîr a Şirnexê li jêrzemîna wehşetê hat qetilkirin û cenazeyê wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê ji aliyê bavê wî Abûzer Kûblay ve hate teşxîskirin, ji nexweşxaneyê hate wergirtin û birin Semsûrê. 

Cenazeyê ku ji aliyê bi sedan kesên di nav de parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim jî hebû, hate pêşwazîkirin û birin gundê Arnuçê. 

Cenazeyê Kûlbay piştî wecîbeyên olî li Goristana Taxa Ozbîlgin hate definkirin.