Li Elmanyayê siyasetmedarekî din ê Kurd hat girtin
Rayedarên Elmanya, duh siyasetmedarekî din ê Kurd girtin. Siyastmedarê Kurd Mûhlîs Kaya, duh sibehê ji bo mêvandariyê li mala Kurdistaniyêkî bû, dema ku derket bi xwediyê malê re hat binçavkirin.

Di vê dema hevkariya dewleta Elmanya û deweta Tirk di asta herî jor de ye, Siyasetmedarê Kurd Mûhlîs Kaya, duh sibehê li bajarê Dussledorfê ji bo mêvandariyê li mala Kurdistaniyêkî bû, dema ku derket bi xwediyê malê re bi erde re hat dirêj kirin û destê wan kelepçe kirin û girtin bin çavan. Li gorî agahiyên ku me ji parêzeran girtin, hat ragihandin ku bi hinceta endamê PKK’ê ye hatine binçavkirin. Kaya yê ku bi îdîaya daxwaza girtina Saziya Parastina Makezagonê ya Kalsrûhe ya sala 2013’an, sewqî girtîgeha Stûttgartê hat kirin.
Elmanya di nava sala borî de, Rêveberên NAVDEM û KCD-E Ehmed Çelîk û Bedretîn Kavak jî di nav de 6 siyasetmedar girtibûn.