BI DÎMEN

Li Berlînê şehîdên 15’ê Sibatê hatin bibîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê , Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Sînan Karakûş û Ahmet Acar ên dema komploya navneteweyî protesto dikirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê , Sema Alp, Mûstafa Kûrt, Sînan Karakûş û Ahmet Acar ên dema komploya navneteweyî protesto dikirin, 17’ê Sibata 1999’an li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Dayika Ahmet Acar Vahîde Acar, birayên wî Kazim, Mehmet û Bîlal Acar, hevjîna Mûstafa Kûrt Kamîle Kûrt, xwişka Sema Alp Emîne Alp tevlî merasîmê bûn.

Kurdistaniyan li cihê qetlîamê qurnefîl û li ber deriyê Konsolosxaneya Îsraîlê jî çelenga reş danîn.