KCD-E: Divê gelê me yê li Ewropa jiyanê rawestîne!
KCD-E li hember êrîşên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava banga çalakiyan kir.
KCD-E li hember êrîşên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava banga çalakiyan kir.
Hevserokatiya KCD-E di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Faşîzma TC bi temaşekirina bê wijdan a tevahî cîhanê û bi destûra sazî û dezgehên navneteweyî tevahî gelê me qetil dike. Çeteyên AKP’ê yên nikarin berxwedana li Cizîr û Sûrê bişkînin, li gor exlaq û hiqûqa şer tevnegeriyaye û bi rêbazên hovî ve çekên kimyewî bikar aniye û gelê me bi komî qetil kiriye. Mêtingeriya TC tevahî rêbazên qirkirinê bikar aniye û îro jî li Sûrê heman rêbazan didomîne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP’ê polîtîkayên qirkirinê xistiye meriyetê, êrîşên li ser Rojava jî hatin bibîrxistin.
‘EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’
KCD-E di dawiya daxuyaniyê de ev îfade kirin: “Bi berxwedana destanî ya gelê me ve mêtingeriya TC ji Kurdistanê tê qewitandin. Ji bo xwedîderketina operasyona şoreşgerî ya li Rojava mezin dibe û berxwedana berlê me ya li Bakurê Kurdistanê û teşhîrkirina rêbazên qirker ên faşîzma TC divê gelê me biherike qadan. Bêyî bikin sibeh, demê bikin dema çalakiyê. Divê gelê me yê li Ewropa jiyanê rawestîne û dest bi çalakiyên demokratîk bike.”