Li hemberî Sûrê êrîşa bi tank û topan dewam dike
Li Sûr a ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê tevî malbatan asê ma ye, di mesajên xwe yên dawî de got, "êrîşa bi tank û topan dewam dike."
Li Sûr a ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan ê tevî malbatan asê ma ye, di mesajên xwe yên dawî de got, "êrîşa bi tank û topan dewam dike."
Navçeya Amed Sûrê ev 79 roj in ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Bi dorpêçkirinê re êrîşên hêzên dewletê bênavber didomin. Ji bo bûyerên li nav Sûrê bi raya giştî re parve bike ji roja ewil ve nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan li Sûrê ye û niha tevî nêzî 200 malbatî di jêrzemîna xaniyekî de asê maye.
Dolan ji duh ve rewşa li hundir a di xetereyê de ye radigihîne û der barê rewşa dawî de du peyamên din şand.
Peyama Dolan a di saet 09:41'an de şandiye ev e: "Bi awayekî zêde topên hawanê diavêjin. Bi tank û topan êrîş dikin. Şebeke tine ye, tenê dikarim peyaman bişînim. Hûn jî peyaman binivîsin"
Piştî vê peyamê bi 2 deqeyan Dolan saet di 09.43'an de peyama duyem şand û di vê peyama xwe de diyar kir ku ji ber rewşa wan nikare wêneyan bişîne û wiha nivîsand "Mixabin nikarim wêneyan bişînim. Telefona biçûk heye. Şarja telefona biçûk heye. Niha ez wê bi kar tînim."
MALEK HILWEŞIYA, 7 BIRÎNDAR
Nûçegihanê DÎHA'yê Dolan di peyama sêyemîn a saet di 10:00 de şand, ev agahî da: "Vê sibehê malek bi ser malbatekê ve hilweşiya ye. YPS'î çûn ew ji malê derxistine. 7 kesên li malê birîndar in, hin derên wan şikestîne. Agahiya ku herî dawî min girtiye ev e."