Artêşa Tirk duh êrîşî nuqteyên leşkerî yên li Girê Spî kirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk 16’ê Sibatê saet 20.30’an êrîşî nuqteya leşkerî ya hêzên YPG’ê ya li rojavayê Girê Spî û embarên genim ên li Girê Spî kiriye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên 24’ê Cotmeha 2015’an li hember çeperên hêzên YPG’ê yên li xeta sînorê Kobanê dane destpê kirin didomîne. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 16’ê Sibatê saet 20.30’an êrîşî nuqteya leşkerî ya hêzên YPG’ê ya li rojavayê Girê Spî û embarên genim ên li Girê Spî kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, wiha got: “Êrîşên artêşa Tirk ên ji 24’ê Cotmeha 2015’an li dijî çeperên hêzên me yên li xeta sînorê Kobanê daye destpêkirin dewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 16’ê Sibatê saet 20.30’an li hember nuqteya leşkerî ya hêzên me ya li rojavayê Girê Spî û embarên genim ên li Girê Spî kiriye.”

MUDAXELEYÎ ÇETEYÊN HEWL DAN DERBASÎ QEREQOZAXÊ BIN HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê 16’ê Sibatê saet 10.00’an hewl dane ji pira Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê derbas bibin, wiha dewam dike: “Şerê dijwar ê piştî mudaxeleya hêzên me heta saet 12.00’an dewam kir. Piştî şer çete neçar mane vekişin, beşa rojava ya pira Qereqozax jî bi temamî teqandine.

17’ê Sibatê saet 11.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin.

17’ê Sibatê saet 05.00’an çeteyên DAIŞ’ê li hemberî bajarokê Silûkê êrîşek pêk anî. Di navbera hêzên me yên mudaxeleyî êrîşê kirin û çeteyan de heta saet 13.00’an şer dewam kiriye.

Di şer de 3 çeteyen xwe teqandin û 4 çete jî ji aliyê hêzên me hatin kuştin.

Hevalekî me yê di belavkirina çeteyan de rolek mezin lîst gihişt şehadetê.”

HEWLDANA ÊRÎŞÊ YA ÇETEYAN VALA HAT DERXISTIN

Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku 17’ê Sibatê saet 12.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtek bombebarkirî hewl dan li rojavayê çiyayê Kezwan êrîşekê pêk bînin, wiha got: “Bi destwerdana hêzên me wesayît bi teqandinê hat îmhakirin.

Hevalekî me yê pêşî li êrîşê girt bi şerekî bi lehengî ve gihişt şehadetê.”