Rojnivîsa Nobeda Nûçeyan - Li Amedê şev giran e

Li Amedê, îşev gelekî giran e. Li Sûra ku dengê teqînan jê tê, dibe ku îşev komkujiyek were kirin. Mirovên ji ber bomberdûmanê xwe spartine jêrzemînan, dibe ku mîna li Cizîrê bên qetilkirin.

Em ji bo nobedê hatine Amedê, li Amedê îşev gelekî giran e. Li Sûra ku dengê teqînan jê tê, dibe ku îşev komkujiyek were kirin. Mirovên ji ber bomberdûmanê xwe spartine jêrzemînan, dibe ku mîna li Cizîrê bên qetilkirin.

Ev nivîs duh bi şev li Amedê hat nivîsandin. Dibe ku nivîseke neqede be. Ji ber ku îşev gelekî giran e. Li Sûra dengê teqînan jê tê, mîna li Cizîrê birîndaran xwe spartine jêrzemînan. Li van jêrzemînan dibe ku îşev mirov bên qetilkirin.

Hînê ne diyar e sibe ji bo gelê Amedê çawa be.

Ji bo Nobeda Nûçeyan em li Amedê ne. Li Amedê hemû hest di nav hev de tê jiyîn; mirin û jiyan gelekî nêzî hev in.

Danê sibehê em di destpêkê de li Komeleya Karsazên Başûrrojhilat bûn. Armanca rojnamevanên tevlî Nobeda Nûçeyan bûye ew e ku heta jê tê bi nûnerên saziyên li bajêr re bi axivin û rewşeke giştî nîşan bidin.

Serokê Komeleyê Bûrç Baysal bandora şer a li aboriya bajêr vegot: "Li Herêma Pîşesazî ya Organîzeyî, 10 kargeh hatin girtin. Kargehên mayî jî di asta rêjeya ji sedî 25'an de hildiberînin. Mirov jî bêkar dimînin."

Gotina "Dema mirov werin şewitandin..." dikeve bîra min. Lê nikarim temam bikim.

Dûre gotin tê ser planên TOKÎ yên ji bo Sûrê. Baysal dibêje, "TOKÎ nikare ji bo vê derê planekê çêbike. Gel bi ti awayî qebûl nake. Eger wê veguherîna li cih bibe, beriya her tiştî divê mirov jiyana xwe bidomînin."

Rawestgeha duyemîn a koma 3. a Nobeda Nûçeyan DÎHA ye. Li vê derê wezîfe hatine dabeşkirin û piştre kar destpê kir.

Bi rêberiya hevalên ji DÎHA'yê Mehveş Evîn û Semra Çelebî re em çûn Sumerparkê. Herî dawî di sala 2015'an de ez hatibûm Sumerparkê. Hingî Êzidiyên ji zilma DAIŞ'ê ji Şengalê reviyabûn, vehewandibû. Îro jî malbatên dixwazin bedenên zarokên xwe yên li Sûrê hatine qetil kirin rakin, vedihewîne.

Hejmara wêneyên li dîwêr tên daliqandin zêde dibe. Ji ber ku dewlet komkujiya li Sûrê dewam dike. Cenazeyên mirovên qetil dike jî nade.

Li wêneyên li dîwêr dinêrim, hemû jî ciwanan in, zarok in; Mîna Cîhat Morgul ê 13 salî.

Û goreke van zarokan nîne. Îro cenazeyên Îsa Oran û Mesût Sevîptek hatin dayîn. Ew jî piştî bi rojan.

Li vê xakê, desthilatdariyê gel mehkûmê xwestina hestiyê xizmên xwe yên windakirî kir. Niha jî dê û bav, ji bo bedena zarokên xwe yên hatine qetilkirin werbigirin, ketine greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê lidar dixin.

Em bi malbatan re diaxivin. Hêrseke mezin li hemberî dewletê heye. Hin jê nifiran li dewletê dikin. Dûre dibêje "aştî". Piştî ewçend bûyerên bi serê wan de hat gotina "bila dayikên din negirîn" mezinahiyeke. Dema dibêjin "dayikên din" mebesta wan dayikên Tirk e. Dayikên polîs û leşkerên Tirk ên her roj hovîtiyê dikin.

Dê, bav, li Sumerparkê li benda cenazeyên zarokên xwe ne.

Yek ji van malbatan jî malbata Ramazan Ogut e.

Ramazan zarokê 3. ê malbata ji 7 zarokan e û 15 salî bû.

Dayik Elîf Ogut dibêje, "Em li taxa Hûzûrevlerî dimînin. Ramazan çû mala metka xwe ya li Sûrê. Roja ew çû, li Sûrê derketina derve hat qedexekirin. Careke din nikarîbû ji Sûrê derkeve. Ji aliyê sekvanan ve hat kuştin."

Ramazan dema diçû Lîseya Valî Ahmet a li Hûzûzevlerî, di pola destpêkê de dibistan terkand. Dayik dibêje, "nexwest bixwîne" û wiha dewam dike: "Lê kurekî bi aqil bû, jîr bû. Di wî emrî de jî serî li ber neqeiyê netewand. Lê belê me qet texmîn nedikir ku qetlîameke bi vî rengî lê bê kirin. Ji ber ku Ramazan ne ji bo şer, ji bo serdana metka xwe çûbû wê derê."

Li herêmê xuya ye, êdî ne girîng e kî çi ye; ciwan, extiyar, jin, mêr, şervan, sivîl, siyasetmedar, her kes di hedefa tîmên înfazê yên dewletê de ne.

Dayika Elîf Ogut dibêje, "Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim" û dûre vedibêje ku hêviyeke ji wan re hatiye dayîn çawa veguheriye îşkenceyê: "Rojekê ji me re gotin ku ew ê cenazeyên Ramazan, Rozerîn, Mesût û Îsa bidin me. Ji bo wergirtina cenazeyên xwe em malbat çûn Sûrê. Lê belê li me dan. Hingî cenazeyên xwe -leşker an jî polîs- rakirin. Dûre bêyî ku em cenazeyên xwe rakin, em ji taxê derxistin."

Dema em ji Sumerparkê derdikevin yek ji dayikan dibêje, "bi hêsanî me ji rojavayê welêt re vebêjin. Em ne terorîst in, dayik in. Em bi tenê cenazeyên zarokên xwe dixwazin."

Rawestgeha din pêşiya Girtîgeha Amedê ye. Sedema vê jî; me xwest di şexsê nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a girtî de balê bikişînin ser hemû rojnamevanên girtî. Bêrîtan a ku nûçe dişopan ji ber ku 'bi kelecan bû' hat girtin. Em jî rojnamevanên mîna Bêrîtan bi kelecan çûn herêmê û me xwest hevala me azad bibe.

Di dema daxuyaniyê de tevî maşînên zirxî, wesayîta bi tîpa 'rangevor' a ket şûna torosên spî, hatin. Polîsên bi kincê sivîl, êlekê ji pola lê, dest bi çek û rûyê xwe girtî, daketin. Di destpêkê de fêm nekirin bê çi bikin. 

Tevahiya rojê balafirên şer di nava tevgerê de ne. Li kolanan ji "ûral" heta "akrep" maşînên zirxî her digerin. Rewşeke aloz her heye.

Êvarrê em li Ofîsê ne. Ji bo balê bikişînin ser rîska komkujiyê li Sûrê li ber AZC Plaza û Kolana Hunerê çalakiya 'dengderxistinê' tê lidarxistin. Ji maşîna polîsan hişyarî tê kirin û tê gotin, "Eger hûn hînê keviran biavêjin em ê mudaxle bikin". Em li derdorê dinêrin, kesek keviran ji xwe navêje. Piştre êrîş destpê dike. Li aliyê Kolana Gevran û Koşûyolû şer destpê dike.

Di vê navberê de ji Sûrê dengê teqînên dijwar tê. Mirov bi temamî nikarin fêm bikin bê li Sûrê rewş çiye. Lê belê mîna ku di mesaja dawî ya nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan de tê gotin, li jêrzemînên malbat û birîndar lê asê mane, xeterî heye mîna Cizîrê lê bê.

Pêkane. Saet 02:00 e û ji dûr ve dengê teqînan tê.

...