Gelê Amedê yê li dijî wehşeta Sûrê rabû ser lingan rastî êrîşa polîsan hat

Gelê Amedê li hemberî êrîşên tevkujiyê yên li Sûrê dest bi çalakiyên lezgîn kir û li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe dide.

Gelê Amedê piştî bangewaziya lezgîn a KCD, HDP, DBP û KJA'yê, ji bo Sûrê dest bi çalakiyan kir. Êvarê saet di 19.00'an de girse li Ofîs a Amedê bi dirûşmên "Emê li ber xwe bidin û biserkevin" û "Hezar silav ji berxwedêrên Sûrê" kom bû û piştgiriya xwe ya ji bo Sûrê nîşan da. Parlamenterên HDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ewê rê nedin ku li Sûrê jî weke Cizîrê komkujî pêk were û dê li hemberî êrîşan bertekên xwe mezin bikin.

Piştî axaftina Yîgîtalp polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşê girseyê kir, ciwan jî bi bombeyên deng û keviran bersiva êrîşan dan.

Girse jî Kolana Gevranê ji trafîkê re girt û dirûşma "Bijî berxwedana Surê" berz kir. Li gel êrîşên polîsan jî gel belav nebû û di nav sikakan da barîkat danîn û dest bi berxwedanê kirin.

...