Rojnamevan Gewre: Li Başûrê Kurdistanê çareserî xwerêveberiya gel e
Mûstafa Hesen Gewre yê rewşa kaotîk a li Başûrê Kurdistanê weke "Xisarên civakî, qanûnî û siyasî yên ji ber diziyê" pênase kir û destnîşan kir, ku çareserî xwerêveberiya gel e.
Mûstafa Hesen Gewre yê rewşa kaotîk a li Başûrê Kurdistanê weke "Xisarên civakî, qanûnî û siyasî yên ji ber diziyê" pênase kir û destnîşan kir, ku çareserî xwerêveberiya gel e.
Mûstafa Hesen Gewre yê rewşa kaotîk a li Başûrê Kurdistanê weke "Xisarên civakî, qanûnî û siyasî yên ji ber diziyê" pênase kir û destnîşan kir, ku çareserî xwerêveberiya gel e.
Rojnamevan Mûstafa Hesen Gewre da xuyakirin ku sedema esasî ya krîza li Başûrê Kurdistanê partiyên li desthilatdariyê ye û diyar kir, sîstema siyasî ya li Başûrê Kurdistanê îflas kiriye. Gewre got, "Sîstemeke welê ye; her kes ji bo partiya xwe dixebite û diziyê dike. Hatine ne kêm e. Krîz jî sîstem bi xwe ye. Lewma divê sîstema siyasî bi temamî were guhertin."
'LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIRSGIRÊKA SÎSTEMÊ HEYE'
Gewre da zanîn li Başûrê Kurdistanê krîzeke hatiye çêkirin heye û bal kişand ser pirsgirêkên sîstemî. Gewre got, "Li Başûrê Kurdistanê krîz nîne. Krîz di demên ku welatek welatekî din dagir bike yan jî derfetên madî yên welatekî tine be de rû dida. Ya ku li herêma me diqewime û bi zanebûn navê krîzê lê hatiye kirin, krîz nîne. Wan bi xwe ev krîz derxistine holê. Bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin bi şerê li hemberî DAIŞ'ê û kêmbûna buhayê petrolê ve girê didin. Rewşa niha diqewime ti eleqeya xwe bi van re nîne. Siyaseta hêzên li herêmê desthilatdar in, şikestiye. Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka sîstemê heye, pirsgirêkên din jî encama vê ne."
'HINDIK MAYE GEL BITEQE'
Rojnamevan Mûstafa Hesen Gewre ragihand, ku ji ber polîtîkayên rêveberiyê civak li ber teqînê ye û destnîşan kir, ku êdî kêr gihaştiye hestî. Gewre got, "Êdî tehemûla civakê ji vê siyasetê re nemaye. Gel li ber teqînê ye. Ji xwe çalakiyên tên lidarxistin jî vê nîşan didin. Karmendên ji hemû karî di grevî de ne. Ev siyaset gefeke mezin li mafê jiyanê yê civakê dixwe. Di heman demê de ji bo wan partiyên li desthilatdariyê jî xeteriyeke ku kursiyên xwe winda bikin. Em di nava civakê de digerin, diaxivin. Gel dibêje êdî kêr gihaştiye hestî. Bêguman ev rêveberiya zordar û derewîn, ebedî nîne. Vî gelî serî li ber dîktatorên mîna Saddam Huseyîn netewand, li ber kesî serê xwe xwar nake."
'REWABÛNA TI SAZIYAN NEMAYE'
Gewre da zanîn, li Başûrê Kurdistanê hemûs aziyên fermî li gorî berjewendiyên partiyê tevdigerin û got, "Li herêmê ti daîre, ti sazî li gorî qanûnan nayên xebitandin. 5 partiyên hevparên hikûmetê dibêjin ew saziyeke serbixwe û qanûnî ya parlamentê ne. PDK vê her roj dibêje. Lê belê yê ku deriyê parlamentê girt û kir ku nexebite PDK bi xwe ye. Lewma rewabûna ti saziyan nemaye. Hemû li gorî berjewendiyên partiyê tevdigerin. Xuya ye hikûmeta Başûrê Kurdistanê wê bi vî rengî nikaribe emrê xwe dirêj bike."
'LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIZÎ JI CIHÊ HERÎ JOR DESTPÊ DIKE'
Mûstafa Hesen Gewre diyar kir, li başûrê Kurdistanê her kes qala nelirêtiyê dike, lê nayê eşkerekirin bê kî nelirêtiyê dike û pirsa "Gelo pêkane ku diz xwe li xwe mikur bê?" pirsî. Gewre got, "Dibêjin li herêmê nelirêtî heye. Rast e, lê eşkere nakin bê kî nelirêtiyê dike. Nelirêtî ji Mesût Barzanî destpê dike û xwe digihîne asta herî jêr. Kî çiqasî karibe bidize, wê dike. Ti kes li berjewendî û jiyana gel nafikire. Li cem me ji nelirêtiyê re dizî tê gotin. Hemû partiyên di nava desthialtdariya Başûrê Kurdistanê de cih digirin, diziyê dikin. Mûçeyên gel dibirin û pêşkêşî şîrketan dikin. Budçeya şîrketên xwe yên şexsî ji budçeya hikûmetê peyda dikin. Gelo pêkane ku di sîstemeke bi vî rengî de krîz dernekeve? Li gorî min mirov dikare vê rewşê bi gotina 'dizîna pariyê ge' pênase bikin."
'LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MEDYA DIJMINÊ GEL E, ALÎGIRÊ DESTHILATDARIYÊ YE'
Gewre bi zimanekî tund medya Başûrê Kurdistanê rexne kir û destnîşan kir ku ev medya dijminatiyê li gel dike. Gewre got, "Çapemeniya Başûrê Kurdistanê timî li cem desthilatdariyê cih girtiye. Komên mezin ên medyayê, alîgirê herî mezin ê desthilatdariyê ne."
Gewre rewşa medya Başûrê Kurdistanê bi vî rengî nirxand: "Hin komên medya hene ku ji aliyê PDK'ê ve bi mîlyonan dolarî hatine avakirin. Çima bi mîlyonan dolar li van saziyan tê xerckirin? Ji bo ew diziyê veşêrin. Ev komên medya yên bi pereyên gel hatine avakirin, bi her awayî ve dijminatiyê li gel dikin."
'PÊWÎSTÎ BI SIYASET Û SÎSTEMEKE NÛ HEYE'
Rojnamevan Mûsafa Hesen Gewre da xuyakirin, ku pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê ancax bi sîstemek demokratîk û piralî were çareserkirin û got, "Ya li Başûrê Kurdistanê diqewime, pirsgirêkeke sîstemî ye. Ancax bi guhertin an jî şikandina feraseta rêveberiyê dikare çareser bibe. Pirsgirêka li Başûrê Kurdistanê krîza aborî yan jî ya serokatiyê nîne. Ev hincet in. Li Başûrê Kurdistanê şert e sîstema malbatî were hilweşandin. Heta ku ev feraseta rêveberiyê hebe, çareserî pêk nayê. Pêwîstî bi siyaset û sîstemeke nû heye."