Cenazeyên Tahîr Akdogan (16) û Mevlûde Ozalp (21) yên ku li Cizîrê di Jêrzemîna Hovîtiyê de hatin qetil kirin, li Saziya Tip a Edlî (ATK) ya Silopiyê ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. Teşhîskirina cenazeyan bi nîşandana wêneyan ve pêk hat. Di wêneyan de hat dîtin ku cenazeyên welatiyan bi tevahî hatine şewitandin û malbatan jî da zanîn ku li ser cenazeyan hovîtiyekî gelek mezin pêk anîne.
Teşhîskirina cenazeyên welatiyên di Jêrzemînên Cizîrê de ji aliyê hêzên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya Şirnexê didome. Di serê sibehê de malbatên 20 welatiyên hatin qetil kirin li ATK ya li deriyê sînor hewldan ku cenazeyan teşhîs bikin. Di wêneyan de hovîtiya ku hêzên dewletê li ser cenazeyan pêk anîn, careke din derket holê. Malbatan dan zanîn ku di wêneyan de rûye gelek cenazeyan hatine perçe kirin û îşkenceya ku hêzên dewletê li ser cenazeyan pêk anîn, derdikeve holê.
MALBAT CAREKE DIN HOVÎTIYÊ DIJÎN
Hêzên dewletê zextê li malbatan dikin ku li wêneyan binêrin û malbatan diyar kirin ku gelek cenaze ji ber ku demekî dirêje nehatine veşartin, xerab bûne. Malbatan destnîşan kirin ku gelek cenaze bûne xwelî û nayên nas kirin. Malbatan bilêv kirin ku dewlet bi zanebûn hewl didin vê hovîtiyê careke din bi wan bidin jiyîn. Li gorî agahiyan hejmara cenazeyên ku li Xaburê tên rawestandin derket 54'an. Cenazeyê zarokê bi navê Tahîr Akdogan (16) ji aliyê malbata wî ve hat teşhîs kirin.
RÛYÊ WÊ NAYÊ NASKIRIN
Dayika Mevlûde Ozalp jî destnîşan kir ku rûyê keça wê nedihat nas kirin û ev tişt anîn ziman: "Dema ku keça min çêbû, min li ser milê wê yê rastê bi tîpa 'M' yê daqek çêkiribû. Her wiha ji hebûnê heta niha jî di guhê wê yê çepê de 'kunek' hebû. Di dema teşhîskirinê de jî min ji van taybetiyên wê, nas kir."
Bi armanca teşhîskirina cenazeyên Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Dogan jî malbata wan çûn morg a Silopiye yê. Malbata Tunç dan zanîn ku cenazeyek dişibiya Orhan Tunç lê hêj nehatiye zelalkirin û ji ber vê yekê jî dê careke din biçin Silopiyayê.