Fatma Demîr li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Fatma Demîr a li jêrzemîan mala ku li Cizîrê tê de bi birîndarî asê mabû hat qetilkirin, li Stewrê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Fatma Demîr a li jêrzemîan mala ku li Cizîrê tê de bi birîndarî asê mabû hat qetilkirin, li Stewrê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Fatma Demîr a li jêrzemîan mala ku li Cizîrê tê de bi birîndarî asê mabû hat qetilkirin, li Stewrê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Dayika Demîr, dema cara dawiyê cenaze anîn mala wê wiha feryad kir: “Gula min gula Cizîrê.”
Fatma Demîr a li jêrzemîan avahiyek li navçeya Cizîr a Şirnexê bi birîndarî asê mabû û ji aliyê hêzên dewletê hat qetilkirin, piştî cenazeyê wê li Rihayê ji aliyê malbatê hat teşhîskirin û wergirtin li Stewrê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji Morga Nexweşxaneya Taybet a Îpekyolû a Qoserê ji aliyê malbat, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP û HDP’ê, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredarên Qoserê û gelek welatiyan hat wergirtin, bi karwanekî anîn Taxa Dêrteyar a Stewrê. Cenazeyê Demîr li ser milên jinan dema care dawî anîn malê, dayikê feryada xwe wiha anî ziman:
“Gula min gula Cizîrê.”
RÊ LI CENAZE HAT GIRTIN
Pêşiya cenazeya ji malê hat derxistin li taxê ji aliyê leşkeran hat qutkirin. Leşkeran kesk, sor û zer a li ser darbestê kirin hincet, gotin wê destûrê nedin bibin goristanê. Piştî rawestandina saetekê, cenaze li ambûlansê kirin û birin goristana taxê.
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Demîr di nav rondik û duayan spartin axê. Piştî karê defnê Rêveberê MEYA-DER ê Qoserê Halîl Togûç axivî, destnîşan kir ku li hember êrîşên li ser gelê Kurd divê di nav yekîtiyê de tevger çêbibe.
‘GELÊ KURD WÊ DEST JÊ BERNEDE’
Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî têkîldarî astengkirina leşkeran wiha got: “Em bi hikûmeteke ku li hember cenazeyên gelê Kurd jî xwe ranegire re rû bir û ne. Lê, bila baş bizanin, gelê Kurd ti carî ne dest ji doza xwe ne jî têkoşîna xwe berdide. Dem êdî dema gelê Kurd e.”
Parlamentera HDP’ê Yildirim jî di axaftina xwe de wiha got: “Me hovîtiyek wiha ti carî nedîtiye. Zilma wan ne Dehaq ne jî Nemrûdan pêk aniye. Îro ji bo dîktatoriyê xwîna gelê Kurd tê rêtin. Lê vê baş bizanin ku ciwanên me rûmeta me ne. Ji bo pêşerojek rûmet têdikoşin. Em ê ti carî têkoşîna wan li erdê nehêlin. Em ê şopdarên têkoşîna wan bin.”
Li ser navê malbatê apê Demîr Şaban Demîr jî destnîşan kir ku Demîr di rêyek bi rûmet de canê xwe feda kiriye.
Piştî axaftinan girse derbasî mala sersaxiyê bû.