BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Erdal Baxdad li Kerkûkê hat bÎranîn

Şervanê YPG'ê Erdal Baxdad (Sîwar Reed Fettah) ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de roja 28'ê Kanûna 2013'an li Rojava jiyana xwe ji dest da, malbata wî û Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê merasîma bîranînê lidar xistin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, Hevserokên Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Mehmet Abdullah û bi dehan kes beşdarî merasîma bîranînê bûn, ji malbata Fettah re sersaxî xwestin.

Girseya gel çû konê sersaxiyê yê li taxa Almas a Kerkûkê û di rê de dirûşmên "Şehîd Erdal Namire", "Şehîd Namirin, rêya wan rêya me ye" û "Xwîna wan wê li erdê nemîne" hatin qîrîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'e Wîstan Îbrahîm peyivî û got, "Şehîd nirxên me yên herî pîroz in. Û ew namirin."

RÊYA WAN RÊYA ME YE

Li ser navê gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê ji fermandarên YJA Starê Zelal Newal axivî û diyar kir, şehîd Erdal bi cihgirtina li nava şoreşa Rojava re bersiv da hesabên komplogeran. Newal got, "Weke hevalên wî yên dozê, em careke din soz didin ku li ser şopa wan em ê heta dawiyê bimeşin. Şehîd wê rêya me ronî bikin û her tim bibin sedema bilindkirina têkoşîna me."

ERDAL SEMBOLA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Hevseroka Tevgear Azadî Şîlan Şakir jî da xuyakirin ku Erdal sembola yekîtiya neteweyî ye û got, "Şehîd Erdal weke ciwanekî li Başûrê Kurdistanê dijiya, ti carî tawîz ji ruhê neteweyî neda. Wî bi daxwaza xwe ya têkoşînê û bi şehadeta xwe re ev îspat kiriye. Cih di nava berxwedana destanî ya li Rojava de girt û bi rûmetdarî şehîd ket. Bêguman şehadeta wî malbat û hevalên wî gelekî êşand."

'EZ BI BIRAYÊ XWE RE SERBIILIND IM'

Xwişka şervanê YPG'ê Erdal Baxdad Seyran Reed jî got, "Ez bi birayê xwe re serbilind im. Bila her kes zanibe, bi têkoşîn û şehadeta Erdal de daxwaza me ya têkoşînê mezintir bûye. Serê me bilind e. Ew ne tenê şehîdê me ye, yê tevahiya gelê Kurd e. Rêwiyê rêwîtiyeke bi rûmet e."