Bi Dolan û Ateş re 5 kesên din jî ji jêrzemînê hatine derxistin

Li navçeya Sûr a Amedê bi Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan û Fatma Ateş a bi giranî birîndar ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da re 5 kesên din jî hatine derxistin.

Têkîldarî mijarê bavê Mazlûm Dolan Remzî Dolan got kurê wî bi ambûlansa ku Fatma Ateş (55) a bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da re ji jêrzemînê derxistine û binçav kirine.

Bav Dolan ragihand ku hê kurê xwe nedîtiye, kurê wî birine Şaxa Têkoşîna Bi Terorê Re ya Amedê, diyar kir ku bi kurê wî re 5 kesên din jî ji jêrzemînê hatine derxistin. Dolan da xuyakirin ku têkîldarî sivîlên din ên di jêrzemînê de hê ti agahî negirtine, got niha ji Şaxê bang dikinê, wê li wir karibe der heqê sivîlên din ên di jêrzemînê de agahiyan bigire.