BI DÎMEN

HPG: Di çalakiya sabotajê ya Amed-Çewlikê de 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotayê ya di navbera Amed-Çewlikê de di serî de Cizîr, Sûr û Hezexê li hember êrîşên îmhaya topyekun û qetlîamên dewleta Tirk û artêşa wê li dijî gel dimeşîne hatiye lidarxistin.

HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotayê ya di navbera Amed-Çewlikê de di serî de Cizîr, Sûr û Hezexê li hember êrîşên îmhaya topyekun û qetlîamên dewleta Tirk û artêşa wê li dijî gel dimeşîne hatiye lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk û artêşa Tirk di serî de li Cizîr, Sûr û Hezexê li dijî gel êrîşên îmhaya topyekun û qetlîaman li dijî gel bi awayekî herî hovane dimeşîne. HPG’ê wiha got: “Qetlîamkarên çavsorî yên li hember berxwedana bi heybet û bi biryar a gelê me encaman nikarin bi dest bixin, hewl didin bi bomberdûmanên giran encaman bi dest bixin.”

HPG’ê encamên çalakiya Amed-Çewlik a li hember êrîş û qetlîaman wek bersiv hat lidarxistin wiha ragihand: 

“18’ê Sibatê saet 07.30’an hêzên gerîlayên me nêzî gundê Alî Çaldiran ê girêdayî navçeya Karaz a Amedê ya li ser rêya Amed-Çewlikê  li hember wesayîtek serwîsa leşkerî ya artêşa Tirk çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de nîvotobusek bi temamî îmha bû, bi metreyan firiya hewayê û ji rê dûr ket. Li gor agahiyên me bi dest xistin, di vê çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin. Artêşa TC piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî û ambûlansan rakirin, li qadê jî dest bi operasyonê kirin. Dîmenên çalakiyê li ser malpera me ya Gerîlla TV hatiye weşandin.

Lînkên dîmenên çalakiyê:

http://www.gerillatv.net/view_video.php?viewkey=955ac0ab5f76e095b0dc

https://www.youtube.com/watch?v=h2RENjsjte4&feature=youtu.be

QADA BAGOKÊ BI AWAYEKÎ ZÊDE HAT BOMBEKIRIN

HPG’ê da xuyakirin ku qada Bagokê ji aliyê balafirên şer hatine bombekirin, wiha got: “16’ê Sibatê balafirên şer ên Tirk qadên Şehîd Nîhat û Şehîd Şervan ên li Herêma Bagokê ya Mêrdînê bi awayekî dijwar bombe kirin. Pêgerên hewayî yên keşfê jî li qadê zêde geriyan. Di encama van bomberdûmanan de agahî gihiştiye ku 4 gerîlayên me yên li qadê gihiştine şehadetê. Dîsa, bi 4 gerîlayên me yên li vê qadê jî têkîlî çênebûne. Agahiyên têkîldarî gerîlayên me yên şehîd û yekîneya me ya têkîlî pê re çênabe wê piştre ji raya giştî re bê ragihandin.”

BALAFIRÊN ŞER QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN

HPG’ê destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên artêşa Tirk dewam dikin, wiha ragihand: “18’ê Sibatê balafirên şer ên Tirk saet 15.30-17.00’an mintiqayên gundê Banîsta, Tabûra Ereban û Dola Şîvê  yên girêdayî herêma Avaşîn, saet 16.00-16.30’an mintiqayên Geliyê Sêdarê, Deşta Kafya û gundê Artûşê yên girêdayî Çemankê yê herêma Garê, saet 18.00-19.00’an mintiqa Lelîkan a girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirine. 

TEVGERA HEWAYÎ DEWAM E

Pêgerên hewayî yên keşfê, 18’ê Sibatê saet 06.00-18.00’an li ser herêma Xakûrkê, saet 11.00-18.00’an li ser herêma Avaşîn, saet di navbera 13.00’an û 19’ê Sibatê 02.00’an li ser herêma Garê, di navbera 17’ê Sibatê saet 17.00’an û 19’ê Sibatê saet 09.00’an de li ser herêma Zapê geriyane.

Saet di navbera 18’ê Sibatê 12.30’an û 19’ê Sibatê 01.00’an de li herêma Avaşîn, 18’ê Sibatê saet 10.00-22.30’an li ser herêma Zapê, 18’ê Sibatê saet 17.00-23.00’an li ser herêma Garê tevgera balafirên şer çêbûn.

ÊRÎŞÊN OBUS, HEWAN Û TANKAN DIDOMIN

18’ê Sibatê saet 06.00-09.00’an qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê girê Şehîd Colemêrg, gundê Talîsa û Garêya Biçûk ên girêdayî herêma Zapê, saet 18.30-19.00’an dîsa qereqola Bîlîcanê girê Şehîd Newal, saet 19.30-20.00’an qereqola Êrîş; qada gundê Berçella, saet 21.00-22.00’an qereqolên Şkêr, Serê Sêvê û Tepê Ortê; gir û qûntarê Cehennem û qada Çiyayê Reş bi obus, hewan û tankan bombe kirin.

18’ê Sibatê saet 20.00’an qereqolên li xeta sînorê herêma Avaşînê; mintiqa Tabûra Ereban da ber obus û hewanan.
19’ê Sibatê saet 01.30-02.00’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna, girê Hakkarî, Şehîd Şoreş û Şehîd Mazlûm bi obus û tankan bomberdûman kir.”