Artêşa Tirk li Hezexê Yenîmahelleyê bombe dike
Li Hezexê hêzên dewleta Tirk bi awayekî dijwar bombeyan li ser semta Yenîmahalle dibarîne.
Li Hezexê hêzên dewleta Tirk bi awayekî dijwar bombeyan li ser semta Yenîmahalle dibarîne.
Hêzên dewleta Tirk i navçeya Hezex a Şirenxê êrîşên xwe yên 4 rojan pêk tîne bi topbaranê dewam dike. Topbarana ji duh êvarî ve bê navber dewam dike, zêde bûne.
Ji ber topbaranê li Yenîmahalle gelek mal bêkêr bûn, ji navçeyê dûman bilind dibe.
Dem bi dem li ser Taxa Tûrgût Ozal jî top tên barandin, ev topbaran ji gundê Xirapşeref ê di çarçoveya qedexeyê de ye tê kirin.
Her wiha li asîmanên navçeyê û li qada Cehennem Deresî jî tevgera pêgerên hewayî yên keşfê û helîkkopteran bi awayekî zêde didomin.