Li Dêrikê dengê çekan bilind dibe

Li Dêrikê ji danê êvarî ve li gelek taxan hemwext dengê çekand bilind dibe.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji danê êvarî ve li gelek taxan hemwext dengê çekand bilind dibe. Dengê çekan ên li hin taxan zêde bûne her diçe zêdetir dibe.

Li navçeyê berê du caran “qedexeya kolanan” hatibû îlankirin û ya herî dawî jî 8 rojan dewam kiribû. Ji wê rojê ve dorpêça li ser navçeyê dom dikir.

Ji rakirina “qedexeya kolanan” a herî dawî û şûn de nêzî 50 welatî li navçeyê hatin binçavkirin, nêzî 30 kesî jî hatin girtin.