Ji Taxa Hasirli ya Sûrê ku di bin bomberdûmanê de ye, dîsa agahiya mirinê hat. Fatma Ateş a ku 55 salî ya li navçeya Surê ya Amedê di encama guleya hewanê li herêma ew lê diman ket û bi giranî birîndar bû ji ber perçeyê şarapnelê ya li piyê wê ketî û guleya li singa wê ketî jiyana xwe ji dest da. Birazê Bîlal Tanrikûlû yê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Amedê hîn bû kû meta wî Fatma Ateş jiyana xwe ji dest daye, ragihand ku dema meta wî ya li Taxa Hasirliyi rûdinişt çû avê hatiye hedefgirtin. Tanrikûlû diyar kir ku meta wî dema yekem birîndar bû, li wî geriyaye û gotiye “min rizgar bike”, wiha dewam kir: “Min demildest agahî da wekîlên HDP’ê, ew jî li walî geriyan. Lê, ji ber piştî saetan mudaxele hat kirin, dema gîhandin nexweşxaneyê ji ber xwîna zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.”
‘LI META MIN DAN, 6 ZAROKÊN WÊ JÎ BINÇAV KIRIN’
Tanrikûlû got meta wî ji şer pir êş kişandiye, 1992’an ji ber dewletê gundê Tepecîk ê girêdayî navçeya Karaz a Amedê yê ku lê jidayikbûye û mezinbûye şewitandiye, koçî Sûrê kiriye, wiha dewam kir: “Dema dorpêça Sûrê destpê kir tax neterikand. Nexwest heman êşê bikşîne. Bi zarokên xwe re li wir ma. Tenê aştî dixwest, dibe niha di nav hizûrê de be.” Tanrikûlû ragihand ku dema meta wî rakirine nexweşxaneyê polîsan 6 zarokên wê yên li malê binçav kirine, wiha anî ziman: “Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Bifikirin ku dayika wan jiyana xwe ji dest dide, zarokên wê tên binçavkirin.
Mirovatiyek wisa tineye. Meta min jî jiyana xwe ji dest da. Qet nebû bila mirovên di jêrzemînê de asê mane bên rizgarkirin.”