Zextên li ser ne alîgirên PDK’ê zêde bûn

Asayîşa PDK’ê Rojavayiyên derbasî Duhok û Zaxo bibûn dersînor kirin, ajokarên Êzîdî jî bi kuştinê tehdît dikin.

Dijbertiya PDK’ê ya bi Rojavayiyan, koçberên ji Rojava hatine Başûrê Kurdistanê jî bandor dike. Mexdûrê herî dawî yên vê siyasetê jî Karkerekî Kobaniyî yê bi navê Omer Mahmûd Îbrahîm e. Îbrahîm ê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê wek karker dixebite, piştî asayîşa PDK’ê dest danî ser destûra danişînê, dersînor kir.

‘LI SER YÊN NE PDK’Î ZEXT HENE Û DU STANDARDÎ PÊK TÊ’

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di demên dawî de tevî asayîşa PDK’ê destûra daneşîna bi dehan Rojavayiyan desteser kirine jî bê hiqûqî dersînor dikin.

Karkerên Rojavayî gotin PDK’e mudaxeleyî kesên nêzî siyaseta xwe nake, diyar kirin ku li dijî Rojavayiyên koçî Başûrê Kurdistanê kirine, dikeve nav hewldanên dijmanene. Karkeran agahî dan ku di serî de Silêmanî, PDK’ê destûra daneşîna yên derveyî qadên xwe jî bi vî awayê bê heq û du standardî desteser dike.

GEFAN LI AJOKARÊN ÊZÎDÎ DIXWIN

Yên ji zextên PDK’ê bandor dibin ne tenê Rojavayî ne. Ajokarên Êzîdî yên li xeta Şengal-Zaxo dixebitin jî ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê tên tehdîtkirin, rastî zextan tên.

Li gor agahiyên ajokarekî Êzîdî yê nexwest navê xwe bide, ajokarên Êzîdî yên li nuqteyên kontrolê tên sekinandin, wiha tên tehdîdkirin: “Eger hûn bi PKK’ê re bixebitin, em ê we bikujin.”

ZEXTÊN LI SER MEXMÛRÊ ZÊDE BÛN

Di van rojên ku zextên PDK’ê li ser penaberên Rojavayî û Êzîdiyan zêde bûn de pir balkêş e ku êrîş û astengiyên li ser şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê di statuya penbaran de ne, di astek zêde de giran bûne.

Mexmûrên di rojên bihurî de hewl dan wehşeta dewletê ya li Bakurê Kurdistanê protesto bikin rastî êrîşa asayişa PDK’ê ya Hewlêrê hatin û 3 jin birîndar kirin. Piştre jî asayîşa PDK’ê rojên 15-16’ê Sibatê ketina Hewlêrê li Mexmûriyan qedexe kiribû. Herî dawî hat hînbûn ku Mexmûriyên hewl dane derbasî Şengalê bibin jî paş de hatine vegerandin.