BI DÎMEN

'Ne tenê mûçe, em azadî û demokrasiyê dixwazin'

Karker û karmendên li Başûrê Kurdistanê yên bi mehan e mûçeyên xwe nikarin werbigirin diyar kirin, krîza siyasî û aboriyê bandor li tevahiya civakê kiriye û gotin, "Ne tenê mûçe, em azadî û demokrasiyê dixwazin."

Karker û karmendên li Başûrê Kurdistanê yên bi mehan e mûçeyên xwe nikarin werbigirin diyar kirin, krîza siyasî û aboriyê bandor li tevahiya civakê kiriye û gotin, "Ne tenê mûçe, em azadî û demokrasiyê dixwazin."

Endamê Meclîsa Doktorên Serbixwe Dr. Ebûbekîr Mecît da xuyakirin, ku ji ber sekna ji hev parçeyî ya karmendan, encam ji grev û boykota li Başûrê Kurdistanê dernakeve û got, "Sendîkayên karker û karmendan tiştekî nakin. Mamoste li aliyekî, doktor li aliyekî, xebatkarên edliyeyê jî li aliyekî man. Eger sektora tenduristiyê ya li Başûrê Kurdistanê bi temamî îflas nekiribe, ev yek ji ber hewldana gel û doktoran e."

Mamosteyê zimanê Kurdî Mihemed Bekîr jî diyar kir, ku birîna mûçeyên wan bandoreke cidî li jiyana wan dike, lê belê daxwazên wan bi tenê dayîna mûçeyan nîne û got, "Daxwaza me sîstemek demokratîk û azad e."

Endamê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê Tahir Çelîk da xuaykirin, ku aboriya herêmê bi temamî xwe dispêre hatineyên petrol û gumrukê, lewma ev sîstem di her krîzeke biçûk de serûbin dibe.

Endamê Melîsa Doktorên Serbixwe Dr. Ebûbekîr Mecît, mamosteyê zimanê Kurdî mihemed Bekir û endamê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê Tahir Çelîk krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê û polîtîkaya hikûmetê ya li ser aboriyê ji ajansa me re nirxandin.

DR. EBÛKBEKÎR MECÎT: KRÎZÊ BANDOR LI TEVAHIYA CIVAKÊ KIRIYE

Dr. Ebûbekîr Mecît got, "Krîza li Başûrê Kurdistanê roj bi roj kûrtir dibe û bandorê li tevahiya civakê dike. Bi taybetî krîzên di nava du salên dawî de li Başûrê Kurdistanê rû dan bandor li hemû hucreyên civakê kirin. Ji aliyê derûnî ve bandoreke kûr li civakê kir, dike. Ber bi welatên Ewropayê ve pêleke zêde ya koçberiyê heye. Lê belê hikûmet bi ti ji van pirsgirêkan re ne eleqedar e."

'EGER GREV BÊRÊXISTINÎ Û PARÇEBÛYÎ BE, ENCAM JÊ DERNAKEVE'

Dr. Mecît diyar kir, weke xebatkarên tenduristiyê ew parçeyek ji civakê ye û got, "Krîz bandoreke giran li me jî dike. Di vê mijarê de saziyên navê sendîkayê li xwe kirine, lê dûvikên desthilatdariyê ne, ti tiştî nakin. Sendîkayên karker û karmendan, weke dûvikê desthilatdariyê, parçeyek ji van polîtîkayên şaş e. Nakevin nava ti hewldanan. Civak hinekî rabû ser piyan, lê rêxistinbûyîn qels e. Mamoste li aliyekî, doktor li aliyekî, xebatkarên edliyeyê li aliyekî man. Ev sekna ji hev parçebûyî bû sedem ku encam bi dest nekeve."

Dr. Mecît anî ziman, eger li Başûrê Kurdistanê sektora tenduristiyê bi temamî îflas nekiribe ev yek bi hewldana gel û doktoran pêk hatiye û destnîşan kir, ku êdî tehemûla xebatkarên tenduristiyê ji vê rewşê re nemaye.

'JI BO DEBARA MALBATA XWE, GELO DIVÊ DEST JI DOKTORIYÊ BERDIM?

Dr. Mecît got, "Heta niha desthilatdariyê ti bersiveke erênî nedaye daxwaza me. Hemû çalakiyên me yên boykotê ji nedîtî ve hatin. Eger doktorên li sektora tenduristiyê dest bi greva giştî bikin, wê civak li gelek pirsgirêkan rast bê. Nexweşî wê belav bibin. Ji bo me tenduristiya mirovan berî her tiştî ye, lê belê ji bo em jî jiyana xwe bidomînin divê mûçe ji me re were dayîn. Eger ez ê nikaribim ji vî pîşeyî mûçeyekî werbigirim, hingî ji bo debara malbata xwe ez ê neçar bimînim karekî din bikim."

MIHEMED BEKIR: DESTHILATDARIYA MAFYA HEYE, EM AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIXWAZIN

Mihemed Bekir jî da xuyakirin ku çavkaniya krîza îro ya li Başûrê Kurdistanê, sîstema ne demokratîk û zîhniyeta tekparêziyê ye û got, "Cihê ku sîstema ne demokratîk xwe bigtihînê, krîz û kaosên mîna li dewletên despot e. Di roja îro de dibe ku mijara herî zêde axaftin li ser tê kirin krîza aboriyê ye. Lê belê ya esasî krîza sîstema siyasî ye. Sîstema siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ne tenê dûrî ji demokrasiyê ye, di heman demê de ji felsefe, zanistî, raman, stratejî, wijdan û exlaqê jî bêpar e. Li holê sîstemeke bi destê mafya tê meşandin heye. Demokratbûyîna vê sîstemê nayê hêvîkirin."

'EM JIYANEKE AZAD Û DEMOKRATÎK DIXWAZIN'

Mamoste Mihemed Bekir destnîşan kir, ku pirsgirêka wan ne pirsgirêka mûçeyan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rast e birîna mûçeyên me bi awayekî cidî bandorê li jiyana me dike. Lê belê pirsgirêka me nebûna sîstemeke demokratîk e. Ya ku em dixwazin sîstemeke demokratîk û azad e. Deh mûçeyan bide min jî, piştî ku sîstemeke demokratîk nîne ti girîngiya xwe nîne. Lewma di çalakiyên xwe yên boykotê de me daxwaza sîstemeke heqane û demokratîk bilêv kirin. Me xwest sîstem û hikûmeteke berjewendiyên civakê diparêze bê avakirin. Dibe ku hikûmet heta du salên din mûçeyê min bide, lê eger demokratîk nebû û pêşî li nelirêtiyê negirt, ev pirsgirêk wê timî derkeve holê. Lewma divê beriya her tiştî desthilatdariya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê biguhere."

TAHIR ÇELÎK: POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÇANDINÎ QEDAND

Tahir Çelîk da zanîn, ku ew weke endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê sê sal in li Başûrê Kurdistanê karê înşaetê dike û diyar kir, rewşa karkerên li herêmê ji ber krîza aboriyê roj bi roj nebaş dibe. Çelîk got, "Li Başûrê Kurdistanê bîst û pênc sal in hikûmetek heye, lê bernameyeke xwe ya pêşvebirina aboriyê nîne. Ji ber ku hikûmetê aboriya herêmê bi temamî spartiye hatineyên petrol û gumrukê, di pirsgirêke biçûk de aborî serûbin dibe. Li herêmê çandinî diqede. Saziyeke pîşesaziyê nîne. Sîstemeke ku aboriya xwe bi derve ve girêdayî heye. Hilberîn nîne. Jê xwarin di asta herî bilind de ye. Hemû pêdiviyên jiyanê ji derve tên. Sedemeke din a krîza aboriyê jî polîtîkayên şaş in."