Otopsiya cenazeyên gerîlayên HPG'ê Fazil Atan (Botan Bahoz) û Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) ên di bomberdûmana li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat kirin. Piştre cenaze radestî malbatên Atan û Temel hatin kirin. Di dema wergirtina cenazeyan de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rêveberên MEYADER, DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Qoser û Artûklû û gelek welatî amade bûn.
Cenazeyê Fazil Atan wê li Wanê, cenazeyê Hîvda Temel jî wê li navçeya Qers Qaxizmanê werin veşartin.