Li Şêx Meqsûdê sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrin AKP/Erdogan de, li taxa Şêx Meqsûd sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Di encama êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrin AKP/Erdogan de, li taxa Şêx Meqsûd sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên pişta xwe dispêrin AKP/Erdogan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ev 4 roj in dewam dikin. Çete bi topên hawanê û çekên giran êrîşî rojhilatê herêma Cenûl a li Şêx Meqsûd dikin.
Di encama êrîşên çeteyan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 39 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.
Li aliyê din, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, şerê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyan de dewam dikin.
Duh di nava rojê de ji ber êrîşên çeteyan 3 sivîlên din jiyana xwe ji dest dabûn, 26 kes jî birîndar bûbûn.