Li Dêrikê di emelî de qedexeya derketina derve heye

Li Dêrika Çiyayê Mazî, ku hêzên dewleta Tirk dest bi êrîşan kir, dengê çek û teqînan tê.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, ku beriya niha gelek caran hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser, di emelî de qedexeya derketina derve heye.

Hêzên dewletê yên dor li navçeyê girtine, ji maşînên zirxî êrîşî taxan dikin.

Êrîş li taxên Dag û Cevîzpinarê giran bûne. Li taxa Dagê teqîneke dijwar rû da. Ji taxan dengê çekan tê.