YPG: Balafireke nediyar çeperên me bombe kir, 3 şervanên me şehîd ketin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku beriya 2 rojan balafireke ne diyar êrîşî çeperek hêzên wan a li gundewarên Hesekê kir. Di encamê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku beriya 2 rojan balafireke ne diyar êrîşî çeperek hêzên wan a li gundewarên Hesekê kir. Di encamê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.

Der barê mijarê de Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariyê got ku bila aliyê êrîşkar li xwe mukur bê û eger nebe ew ê weke êrîşek hêzek dijminane bi nav bike û li gora wê helwest bigire.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Di roja Înê 19’ê Şibatê saet di 09.30’an de, balafirek leşkerî ku nehat naskirin êrîşî çeperek hêzên me ya li herêma Tişrîn a rojhilatê Hesekê kir. Êrîş bi bombeyên enqûdî pêk hat û piştre jî bi guleyan ev çeper hat hedefgirtin.

Heman balafir nêzî nîv saetekê li ser vî cihî geriya. Di encama êrîşê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Li ser êrîşê komîteyek taybet a lêkolînê hat erkdarkirin û li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir. Bombeyên enqodî yên neteqiyabûn hatin dîtin. Li ser wan lêkolîn tê kirin. Niha ji bo zelalkirina balafirê xebata vê komîteyê didome.

Bombeyên hatin dîtin wê aliyê êrîşkar derxîne holê û ji me re eşkere bike. Em dizanin ku balafir ne ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye.

Weke fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêjin ku bila aliyê êrîşkar xwe bide nasîn û vê bûyerê zelal bike. Yan jî em ê wek êrîşek dijminayî bigirin dest û li gorê wê helwesta xwe nîşan bidin."