CÎK: Berxwedana li dijî zilmê ferz e
Di daxuyaniya CÎK'ê de hat gotin, "Em bang li her kesên li Ewropayê dijîn, bawermendan û mirovên li dijî zilmê ne dikin, ku li hemberî vê zilmê bisekinin."
Di daxuyaniya CÎK'ê de hat gotin, "Em bang li her kesên li Ewropayê dijîn, bawermendan û mirovên li dijî zilmê ne dikin, ku li hemberî vê zilmê bisekinin."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), li dijî zilma dewleta Tirk li Kurdistanê dike, banga têkoşînê kir.
Di daxuyaniya CÎK'ê de hat gotin, "Em bang li her kesên li Ewropayê dijîn, bawermendan û mirovên li dijî zilmê ne dikin, ku li hemberî vê zilmê bisekinin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Farqîn, Sûr û gelemperiya Kurdistanê û hat gotin, "Mîna dema serhildana Şêx Seîd û yên din de, vê dewleta zordar di destpêka demsala zivistanê de dest bi komkujiyeke topyekûn kir. Mirovên me qetil kir, cenaze bi hefteyan li naverastê hişt û şewitand. Li hemberî zilma neviyên zalim Ebû Cehil û Heccacî, berxwedana Misilmanên xwedî bawerî, ferz e."
CÎK'ê ji bo çalakiyên li Ewropayê banga tevlîbûnê kir û bal kişand ser çalakiya nobedê ya sibe li Strasboûrgê destpê dike. CÎK'ê got, "Her kesên ji xwe re dibêje ez misilman im, divê tevlî çalakiyê bibe."