Li Sûrê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dewam dikin

Li navçeya Amed Sûrê, piştî teqînên dijwar ambûlans ketin nava navçeyê. Li ser taxên hatine dorpêçkirin, helîkopter digerin.

Li navçeya Amed Sûrê, dorpêçî û dagirkeriya dewleta Tirk di roja 82. de ye. Tevî ku li jêrzemînên avahiyên li Sûrê bi qasî 200 welatî asê mane jî, êrîş dewam dikin.

Li navçeyê, ji bilî teqînên danê sibehê rû dan, 2 teqînên din ên dijwar pêk hatin. Piştî teqînan ambûlans ketin nava navçeyê. Helîkopter jî li ser taxên hatine dorpêçkirin digerin.