Ciwanên Ereb diherikin nava refên YPG'ê
Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê li Kantona Efrînê yekemîn dewreya perwerdeyê ya şervanên Ereb bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê li Kantona Efrînê yekemîn dewreya perwerdeyê ya şervanên Ereb bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê li Kantona Efrînê yekemîn dewreya perwerdeya şervanên Ereb a bi navê dewreya "Şehîd Feyrûz" bi dawî kir. 34 şervanên Ereb tevlî dewreya perwerdeyê ya ku 15 rojan dom kir bûn û perwerdeya leşker û bîrdozî dîtin.
Dewreya perwrdeyê îro li Efrînê bi merasîmek leşkerî bi dawî bû. Malbatên şervanan, Fermandarên YPG/YPJ’ê û Serokê Desteya Parastinê ya Herêma Efrînê Ebdo Ibrahîm di merasîmê de amade bûn.
Serokê Desteya Parastinê ya Herêma Efrînê Ebdo Ibrahîm li vir axivî û girîngiya tevlîbûna şervanên ji pêkhateya Ereb li refên YPG’ê vegot. Îbrahîm da xuyakirin, ku Ereb beşek sereke ji mozaîka neteweyên Rojava ne û parastina vê herêmê erkek wan a bingehîn e.
Di axaftina xwe de Îbrahîm, êrîşên tên ser herêmê bibîr xist û wiha pê de çû: "Hêzên dijmin ji bo berjewendiyên xwe li herêmê bi cih bînin, serî li fitneyan didin. Lewra dixwazin hevsengî û jiyana hevbeş a li herêmê derb bikin. Lê belê bi tevlîbûna şervanên ji pêkhateyên ereb ji refên YPG’ê re em dikarin îsbat bikin ku em ti cudahiyê naxin navbera pêkhateyan."
Piştî merasîmê şervanan ji mêvan û malbatên xwe re xwarin amade kir.