Li gundê El Sadînê 8 çete hatin kuştin
Di şerê duh bi şev ê li derdora Bendava Tişrînê yê di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de 8 çete hatin kuştin.
Di şerê duh bi şev ê li derdora Bendava Tişrînê yê di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de 8 çete hatin kuştin.
Şevê din saet di 21.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji 4 baskan ve êrîşî çeperên Şervanên HSD’ê yên li gundê El-Sadîn ê li başûr rojavayê Bendava Tişrînê kirin. Şervanên HSD’ê bersiva êrîşan dan û di encamê de şerekî giran rû da.
Di encamê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha çekek doçka ya çeteyan hatiye desteserkirin.
Li herêmê şerê demkî didomin.