'Ji bo nasname û azadiya xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'
Nezahat Bîtmîş a 70 rojan Sûr neterikand got, "Em hikûmeteke bi vî rengî naxwazin. Çi dibe bila bibe em ê Sûr, Baglar, Amedê neterikînin. Ji bo nasname û azadiya xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
ZEYNEP KÛRAY
AMED
yekşem, 21 reşemiyê 2016, 11:12
Dayika 6 zarokan Nezahat Bîtmîş a 59 salî, ji taxa Savaş a Sûrê ye ku ev tax yek ji 6 taxên qedexekirî ye. Bîtmîş, ku me ew li taxa Îskenderpaşayê dît, 70 rojan bi cîrana xwe ya felçbûyî re li nava malê hewl dan bijîn. Bîtmîş da xuyakirin, ku hikûmetê ji 7 heta 70 salî li hemberî tevahiya gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Bîtmîş roj bi roj şahidî jê re kir bê çawa taxa wan ji aliyê dewletê ve veguherî xirbeyekî û got, "Min nexwest jê derkevim. Min zarokên xwe û ehvserê xwe şand. Ez jî tevî cîrana xwe ya felçbûyî ya nikarîbû ji taxê derkeve, li malê mam. Me 70 rojan li ber xwe dan. Elektrîka me tinebû, ava me kêm bû. Em nikarîbûn derkevin derve. Dewletê, dema siya mirovekî li hundir didît, yekser gule lê direşand. Şerekî dijwar diqewimî. Timî dengê top û çekan dihat. Topek dewletê li pişt avahiya em lê bûn ket. Em gelekî tirsiyan. Di destpêkê de em ketin cihê ji bo êzingan hatiye çêkirin, lê belê bi dijwarbûna bomberdûmanê re me xwe berdan jêrzemînê. 13 rojan em li wir man. Ne sobe, ne xwarin hebû. Sar bû. Em birçî bûn. Me mirin hîs dikir."
Bîtmîş anî ziman ku piştî 70 rojan ew ji neçarî derketine, ala spî rakirine û tevî cîrana xwe hatiye binçavkirin. Bîtmîş got, "Em birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Amedê. Li wir lêpirsîn kirin. Polîsan ji me pirsên 'We çi dîtin? Ji ber çi hûn li wir man? Kî hat mala we?' pirsîn. Min jî ji wan re got, polîsên tevgera taybet bombe li mala me barandine." Bîtmîş diyar kir, li Sûrê gelek mirov li jêrzemînan asê mane û destnîşan kir, ku ew ê nehêlin komkujiyek mîna ya Cizîrê biqewime. Bîtmîş got, "Eger ji wan heye bi qetilkirinê re dikarin me biqedînin, hingî bila li dîrokê binêrin. Eger li Sûrê komkujiyek mîna ya Cizîrê bikin, em ê cîhanê li wan teng bikin."
'GELO DOR HATIYE BAGLARÊ?'
Bîtmîş a niha li maleke li Baglarê dimîne û her roj diçe taxên ne qedexekirî yên Sûrê, anî ziman ku dewlet niha zexta 'Baglarê vala bikin' dikin. Nezahat Bîtmîş got, "Em hikûmeteke bi vî rengî naxwazin. Çi dibe bila bibe em ê Sûr, Baglar, Amedê neterikînin. Ji bo nasname û azadiya xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."