Ji partiyên çep ên Ewropî deklarasyona li dijî êrîşên AKP'ê

Di deklarasyona konferansa partiyên çep ên Ewropî de banga bidawîkirina komkujiyan, rakirina tecrîda li ser Ocalan û derxistina PKK'ê ji nava 'lîsteya terorê' hat kirin.

Di konferansa bi partiyên çep ên Ewropî re li Amedê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn bang li AKP'ê û Ewropayê bê kirin. Di deklarasyona piştî konferansê de banga bidawîkirina komkujiyan, rakirina tecrîda li ser Ocalan û derxistina PKK'ê ji nava 'lîsteya terorê' hat kirin.

Piştî konferansa piştgiriyê ya 20'ê Sibatê bi partiyên çep ên Ewropî re li Amedê hat lidarxistin, deklarasyon hat weşandin.

Di deklarasyonê de hat gotin, "Weke hêzên çep û demokratîk ên Kurd, Tirk û Ewropî, em ê piştgiriyê bidin têkoşîna edaleta civakî, cihêrengiya çandî, demokrasî û aştiyê."

Deklarasyonê wiha dewam kir: "Weke hêzên îro li vir civiyan e, em bang li hikûmeta Tirk dikin ku dawî li komkujî û kuştina sivîlên li bajarên Kurdan ên dorpêçkirî bîne. Herî zêde jin û zarokên ji vê siyaseta bê rehm zerarê dibînin. Em ji hikûmeta Tirk dixwazin ku qedexeyên derketina derve û dorpêçiya li ser bajaran rake. Divê binpêkirina mafên mirovan êdî neyên kirin û komîsyonek navneteweyî ya sûcên şer lêkolîn bike, bê avakirin.

Yekîtiya Ewropa, ku ji bo pêşî li pêla penaberan a di ser Tirkiyeyê re diçe Ewropayê bigire bi hikûmeta Tirk re li hev kiriye, sûcên şer, binpêkirinên mafên mirovan û êrîşên li hemberî herêmên Kurdan ji nedîtî ve tê. Ev yek ne tenê tinehesibandina hêzên demokratîk û nirxên Ewropayê ye, di heman demê de dikare bibe sedem ku Tirkiye bikeve şerekî mezintir ê bi xwîn, rê li ber mirina bi hezaran sivîlan veke û penaberiyê mezintir bike.

'DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN, HEVDÎTIN DESTPÊ BIKIN Û PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN'

Em bang li Yekîtiya Ewropa û welatên Ewropayê dikin, ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo hurmetê nîşanî Konvansiyona Mafên Mirovan a Ewropayê bide û di bin çavdêriya hêzeke sêyemîn a navneteweyî de ji nû ve bi PKK'ê re dest bi hevdîtinan bike. Ji bo ewlekirian pêvajoeyek aştiyane divê tecrîda li ser lîderê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û Yekîtiya Ewropa PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne.

Daxwaza Kurdan a xwerêveberî û naskirinê daxwazeke rewa ye û li gorî pîvanên Konseya Ewropayê ye. Lewma divê ev daxwaz neyê krîmînalîzekirin. Tirkiye xwedî civakek ji çand û baweriyên cuda ye. Qebûlkirina vê rastiyê û nîşandana helwestekê li gorî vê yekê, gava destpêkê ya ber bi aştiyê ve ye.

Di heman demê de divê hikûmeta Tirk azadiya çapemeniyê, mafên civîn û xwepêşandanê ewle bike û bes hilbijartiyên gel darizîne.

Her wiha em bang li hemû hêzên pêşverû û demokratîk ên Ewropayê dikin, ku li dijî rejîma Erdogan a otorîter, destekê bidin tevgera Kurdan û tevgerên din ên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê."

BANGA LI AKP Û EWROPAYÊ

Di deklarasyonê de ji hilkûmeta AKP'ê hat xwestin, ku şerê xwe yê li Tirkiye û Sûriyeyê li hemberî Kurdan dimeşîne û qedexeya derketina derve ya li bajarên Kurdan biqedîne û hat gotin, "Pêwîste Yekîtiya Ewropa, NATO û welatên Ewropî jî bes çekan bifiroşin Tirkiyeyê û dawî li hevkariya xwe ya leşkerî bînin. Nayê qebûlkirin ku tankên Elman û çekên NATO'yê li hemberî sivîlan werin bikaranîn."

Di deklerasyonê de bang li Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin, lêkolîna çekên li dijî sivîlan tên bikaranîn bike û berpirsyarên sûcê şer darizîne.

Di dawiya deklarasyonê de hat destnîşankirin, ku çareseriya şer bi tevlîkirina jina li pêvajoya aştiyê dibe û hat gotin, "Ji bo li Tirkiye û tevahiya herêmê aştî û demokrasî pêk were, em ê deteka xwe bidomînin."