Pêlîstokên şer ên zarokên li Sûrê

Li taxên Sûrê yên hatine xerakirin, zarokên li kortên ji ber bombeyan çêbûne û li nava kolanên xerabûyî dilîzin, naxwazin dengê bombeyan bibihîzin û bi mirinê bihesin.

Dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li navçeya Amed Sûrê herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarokên li kortên ji ber bombeyan çêbûne û li nava kolanên xerabûyî dilîzin, naxwazin dengê bombeyan bibihîzin û bi mirinê bihesin.

Li serê her kolana li Sûrê zarok dilîzin. Di nava dengê teqînan de mîna ku tiştek neqewimiye ji xwe re dilîzin, henekan bi hev dikin, dibezin. Lîstika herî zêde pê dilîzin jî lîstikên şer e, ku her roj bi xwe dijîn. Li taxên Îskenderpaşa û Lalebeyê cudatir, zarokên li taxa Alî Paşa, van lîstikên şer di nava rewşa şer de dilîzin. Em bi van zarokan re diaxivin..

'EZ DIXWAZIM BIBIM DOKTOR...'

Nûrdan anî ziman, ew bi taybetî êvarê ji dengê bombeyan ditirse. Nûrdan a 12 salî dibêje, "Di nava rojê de ez hînê dengê bombeyan bûm, lê êvarê gelekî ditirsim. Dengekî welê dijwar jê tê, xanî diheje. Heta sibehê nikarim razêm." Nûrdan dibêje, ji ber şer ev du hefte ne nikare biçe dibistanê û der barê pirsa "te bêriya dibistanê kiriye?" dibêje, "Belê min gelekî bêrî kiriye." "Tu dixwaze bibe çi?", Nûrdan ji bo vê pirsê dibêje, "Piştî ku min bûyerên li vê derê dît, dixwazim bibim doktor." Yekane daxwaza Nûrdan aştî ye û dibêje, "Bi tenê daxwazek me heye, ew jî aştî ye. Mîna zarokên din em jî dixwazin dengê bombeyan nebihîzin, naxwazin hînî jiyana bi mirinê bibin."

'NE JI BOMBEYAN, EZ DITIRSIM KU POLÎS ME CAREKE DIN JI MALÊ DERXÎNIN'

Ahmet hînê 10 salî ye. Dibêje ew êdî hînê dengê bombeyan bûye û êvarê tevî ku ditirse jî dikare razê. Ahmet dide zanîn, ku ji ber polîsan ew ji malê qewirandine neçar mane mala xwe ya berê biterikînin û dibêje, "Polîsan deriyê her kesî şikandin. Bi çekan ketin hundirê malan û eşyayên me ji hev belav kirin." Piştî vê bûyerê Ahmet tevî malbata xwe li maleke din a taxê bi cih bû û dibêje, "Ji dengê bombeyan bêhtir, ez ditirsim ku polîs careke din bê me ji mala me derxîne."

'ŞER EZ MEZIN KIR'

Fatma a 13 salî tîne ziman ku ew di nava şert û mercên gelekî zehmet de diçe dibistanê û tevî ku bi malbata xwe re bar kiriye Yenîşehîrê jî, her roj tê taxê. Fatma dide zanîn ku xeyala wê ya herî mezin vegera li taxa xwe ye û dibêje, "Dixwazim vegerim taxa xwe. Zarokatiya min li vir derbas bû." Dema tê bîra wê ku hînê zarok e dibêje, "Şer ez mezin kir. Dema zarok bûm, em li vir dilîstin, me kêf dikir. Ez êdî xwe mîna zarokekî nabînim."

'ROJÊN MIN BI DENGÊ ÇEK Û BOMBEYAN DERBAS DIBIN'

Geylanî yê 10 salî da zanîn, ku rojên wan ên li Alîpaşa bi dengê çekan û bombeyan derbas dibin û got, "Ji ber ku gelekî dengê bombeyan dihat, xalê min hat em bir." Polîsan avêtin ser mala malbata Geylanî jî û Geylanî ji bo vê yekê got, "Nebaş nêzî me bûn, sixêf dikirin." Daxwaza herî mezin a Geylanî ew e ku Sûr bê sererastkirin û li rewşa beriya şer vegere.

...