Ehmed: Eger NY destekê bide em amade ne barê penaberan rakin
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku pêleke mezin a penaberan ber bi kantonên Efrîn û Cizîrê diherike û diyar kir, tevî vê pêla penaberan jî hêzên navneteweyî ti destek nedane wan.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku pêleke mezin a penaberan ber bi kantonên Efrîn û Cizîrê diherike û diyar kir, tevî vê pêla penaberan jî hêzên navneteweyî ti destek nedane wan.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku pêleke mezin a penaberan ber bi kantonên Efrîn û Cizîrê diherike û diyar kir, tevî vê pêla penaberan jî hêzên navneteweyî ti destek nedane wan. Ehmed got, "Eger Neteweyên Yekbûyî (NY) destekê bide, em amade ne barê penaberên li herêmê rakin."
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed da zanîn, ku ji ber şerê li Sûriyeyê pêleke mezin a penaberan ber bi kantonên Efrîn û Cizîrê heye. Ehmed da xuyakirin, ku Tirkiye penaberan weke qerteke siyasî li hemberî sazî û hêzên navneteweyî bi kar tîne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir.
'NY DI MIJARA PENABERAN DE HELWESTEKE BÊ EDALET NÎŞAN DIDE'
Ehmed anî ziman, tevî pêla mezin a penaberan ber bi Efrînê ve, ti destek ji wan re nehatiye dayîn û destnîşan kir, ku rewşa dorpêçkirî ya Efrînê jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve nayên bilêvkirin, ev yek nayê qebûlkirin. Ehmed got, "Ji bo alîkariyê bidin penaberên ji şer reviyane û xwe li kantonên Efrîn û Cizîrê girtine, em di nava hewldaneke mezin de ne" û ragihand, ku Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de ti destekê nade wan. Ehmed destnîşan kir, ku ev yek helwesteke ne adîl e.
Ehmed anî ziman ku bi tenê li Cizîrê 3 kampên penaberan hene û da zanîn, ku pêla penaberan a ber bi Efrîn û Cizîrê roj bi roj zêde dibe.
'TIRKIYE JIYANA PENABERAN JI XWE RE DIKE MIJARA BAZARIYÊ'
Ehmed da zanîn, ku Tirkiye jiyana penaberên ji neçarî xwe li Tirkiyeyê girtine weke mijara bazariyê bi kar tîne û got, "Tirkiye bi Ewropayê re li ser penaberan bazarê dike. Tirkiye dibêje, 'ya ez ê deriyê xwe venekim û bihêlim penaber hemû li herêma şer bên kuştin, yan jî ez ê deriyê xwe vekim û berê hemûyan bidim Ewropayê'. Bi vî rengî gefê li Ewropayê dixwe. Di vê bazarê de jî hin tiştan ji Ewropayê dixwaze."
'EGER NY DESTEKÊ BIDE EM AMADE NE BARÊ PENABERAN HILGIRIN'
Ehmed ragihand ku Tirkiye bi bikaranîna penaberan re ji sazî û hêzên navneteweyî destekeke mezin digire, lê vê destekê ji bo penaberan bi kar nîne û got, "Em ji vê derê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî dikin; eger destekê bidin me em amade ne bar û berpirsyariya penaberan ên li herêmê rakin."
Ehmed got, "Eger NY û hêzên navneteweyî destekê bidin, em dikarin li herêmên xwe kampan ava bikin û destekê bidin penaberên ji herêmên şer reviyane. Li şûna ku ev mirov li nava deryayê bixeniqin an jî li Tirkiyeyê bimînin û bibin mijareke bazarê ji bo Tirkiyeyê, dikarin bên herêmên me. Em amade ne vê destekê bidin. Di dema pêş de dema pirsgirêk çareser bû, ev mirov dikarin bi hêsanî li xaka xwe vegerin. Mirov naxwazin naka xwe biterikînin. Eger ev mirov ne mecbûr bûna, wê xaka xwe neterikandibûna."