Li Şedadê 2 maşînên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin
QSD'ê li bakurê Şedadê 2 maşînên bombebarkirî yên çeteyan rûxandin.
QSD'ê li bakurê Şedadê 2 maşînên bombebarkirî yên çeteyan rûxandin.
Komên çete yên DAIŞ'ê îro sibehê hewl dan xwe bi 2 maşînên bombebarkirî bigihînin baregehên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li bakurê bajarê Şedadê. Şervanên QSD'ê yên bi vê hesiyan, beriya ku maşîn bigihêjin cihên wan, her du jî teqandin.
Bi vê yekê re hin komên çete ku xwe wekî xaneyên razayî veşartibûn derketin û êrîşî heman nuqteyan kirin. Lê şervanan bersiveke tund da wan. Şer derket, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Di encamê de çeteyan xwe li hemberî şervanan negirtin û reviyan.
Xebatên lêgerînê li nava bajarê Şedadê hê jî dewam dikin.