Li Nisêbînê hêzên dewletê kesek birîndar kirin

Cemal Nergîz ê li Nisêbînê dema ji bo girtina nan ji malê derket ji aliyê tîmên taybet hat gulebarandin birîndar bû.

Cemal Nergîz ê li Nisêbînê dema ji bo girtina nan ji malê derket ji aliyê tîmên taybet hat gulebarandin birîndar bû.

Cemal Nergîz ê nêzî 45 salî, li Kolana Mezarlik a Taxa Kişla ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dema ji nanpêja ku nan jê girt vedigeriya malê bi çekên otomatîk hat gulebarandin. Bi gulebarana ji wesayîtên zirxî yên ku polîsan li serê kolanan bi cih kiribûn ji ling û destê xwe birîndar bû. Gelê derdor Nergîz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat diyarkirin ku Nergîzê tê dermankirin, xeteriya wî ya jiyanî tineye.