Qedexeya emelî ya li Dêrikê hat protestokirin

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajarê Mêrdînê qedexeya kolanan a emelî ya li ser Dêrikê û înfazkirina sivîlan bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin.

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajarê Mêrdînê qedexeya derketina kolanan a emelî ya li ser Dêrikê û înfazkirina sivîlan bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim di daxuyaniyê de cih girt û diyar kir ku şerê desthilatdariya AKP’ê ya ku dayî destpêkirin wê winda bike û got: “Hûn ê bicehemin, ji vê xakê derkevin.”

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçe û bajarê Mêrdînê ji bo protestokirina qedexeya kolanan a bi emelî a li ser Dêrikê ya di roja 6. de û înfazkirina sivîlan çûn navçeyê û li Taxa Bahçelîevlerê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Gulseren Yildirim, rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan daxuyanî da û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Ocalan bal kişand ser êrîşên ku li ser Dêrikê tên kirin û wiha anî ziman: “Li Dêrikê ev nêzî 6 rojan e derveyî fermiyetê, bê exlaqî tê meşandin. Ji qedexeyê û şûn de li Dêrikê sivîl tên qetilkirin. Li vir bang li rayedaran kirin ti wateya we nemaye. Ji ber wê em bang li gelê xwe dikin. Yê vî şerê qirêj dane destpêkirin wê winda bikin. Vî gelî li Cizîrê teslîbûyin qebûl nekir, qebûl nake jî, qetilkirina sivîlan sûcê mirovahiyê ye. Lê, wê bibe pêvajoyeke ku gelê Kurd berxwedanê bilind bike. Dewleta Tirk a ku destketiyên Kurdan ên li Rojava xwe ranegirt êrîşî gelê Bakurê Kurdistanê dike. Dixwaze tola xwe ji vî gelî hilîne. Lê, bi ser navkeve, ev şer wê bibe nişaneya gelê Kurd a ku bi xwe statuya xwe bi dest bixe.”

Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulseren yildirim jî axivî û diyar kir, şerê ku dewleta Tirk dayî destpêkirin wê winda bike û wiha got: “Yê ku vî şerî winda bike wê ne gelê Kurd be, wê dewleta Tirk bi xwe be. Ji ber ku me ziman, çand û nasnameya kesekî qedexe nekiriye, me êrîşî xaka ti kesî nekiriye. Dijberî vê zimanê me hatiye qedexekirin. Li pey hewldanên vala neçin, em vê xakê naterikînin û naçin. Yên ku bicehemin ew bi xwe ne.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Dêrikê” bi dawî bû.