FLAŞ

Li Helebê di navbera El-Nusra û YPG’ê de şerên dijwar

Li Taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî yên bi ser Şêxmeqsûd ve di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam de şerên dijwar derket.

Li Taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî yên bi ser Şêxmeqsûd ve di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam de şerên dijwar derket.

Li gorî agahiyên ku ji Helebê hatin ragîhandin, di van kêlilyan de li Taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî yên Helebê ku dikevin Rojavayê Taxa Şêxmeqsûd, di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Tûgaya 16’an de şerên dijwar derketin. Hate gotin ku hêzên YPG’ê bersiva êrîşa çeteyan da û di encamê de şer derket. Têkildarî encamên şerên bi dijwarî berdewam dikin de ti agahî nehatin bidestxistin.

Di heman demê de hate destnîşankirin ku komên çete yên li derdora Taxa Şêxmeqsûd topbarana ser taxê didomînin. Di encama topbaranê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku topbaran li ser taxê hê jî didome, dibe ku hêjamara birîndaran hê zêdetir bibe.

Komên çete yên El-Nusra, Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, tabûrên Nûredîn Zengî, Sultan Murad, Sultan Fatîh, Kombûna tabûrên Feistqîm kema Emert, Foca yekem, Firqeya 101, Firqeya 16, Lîwai Siqûr El-cebel, Cebhe Şamiye, Ceyş El-Şam ku bi fermana El-Nusra tevdigerin, ji 16’ê Sibatê ve Taxa Şêx Meqsûd a Helebê toparan dikin. Şervanên YPG/YPJ’ê jî bi tundî bersiva êrîşên komên çete didin.