Nergis ê polîsan birîndar kir sewqî Amedê hat kirin

Cemal Nergîz ê li Taxa Kişla ya Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk rastî êrîşa çekdarî hat sewqî Amedê hat kirin.

Cemal Nergîz ê li Taxa Kişla ya Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk rastî êrîşa çekdarî hat sewqî Amedê hat kirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, Cemal Nergîz ê li Kolana Mezarlik a Taxa Kişla ku li hember êrîşên hêzên dewletê berxwedan dewam dike, rastî êrîşa tîmên taybet a bi çekdarî hat, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ku lê dihat dermankirin sewqî Amedê hat kirin. Nergîz ê ku gule li kemax, ling û destê wî ketiye, xeteriya wî ya jiyanî tineye.

Her wiha tê îdîakirin ku yên bi çekan êrîş kirine polîs in, piştî Nergîs rakirin nexweşxaneyê, balkêş e ku polîsan dorpêç bi dawî kirin.

Piştî mudaxelayê, Nergîz sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicle ya Amedê hat kirin.