Mirovên li Dêrikê dixwazin biçin malên xwe tên astengkirin

Kesên li Dêrikê dixwazin biçin malên xwe têketina navçeyê de ji aliyê hêzên dewletê tên astengkirin.

Kesên li Dêrikê dixwazin biçin malên xwe têketina navçeyê de ji aliyê hêzên dewletê tên astengkirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dorpêç û hêzên dewleta Tirk dewam dikin, vegera malê ya mirovên derveyî Dêrikê jî tê astengkirin. Ji 18’ê Sibatê ku dema şer destpê kir û vir ve li navçeyê ‘qedexeya kolanan a emelî’ pêk tê, hatina mirovan tên astengkirin. Menîce Eye ya destûra ketina Dêrikê nayê dayîn, wiha got: “3 caran min hewl da vegerim malê, lê her carê polîsan astengî derxistin. Her tim piştî nasname kontrol kirin, gotin ‘hûn nikarin bikevinê’. Dema min hincet jî pirsî bersiv nedan. Dewleta berê gundê me şewitand, wêran kir, niha jî bajarê me xera dike û nahêle em biçin malên xwe.”

Eye ragihand ku dewlet nahêle bikevin navçeyê, wiha dom kir: “Dewlet çi dike bila bike em ê li ser şopa zarokên xwe bimeşin, berxwedana xwe dom bikin. Ez bi 7 zarokên xwe li holê mam. Ez tenê dixwazim vegerim mala xwe û taxa xwe.” Ji heman malbatê Rabîa Eye jî wiha anî ziman: “Êdî bes e, ez dixwazim vegerim mala xwe. Mala me bê xwedî ma. Bi rojan e em li cem xizmên xwe dimînin. 20 neviyên min hene. Ez bi wan re biçim kû derê, li kû bimînim, ji kê re bibim bar? Êdî naxwazim vê rezîltiyê bikşînim. Encamên wê dibin çi bila bibin, ez dixwazim demildest vegerim mala xwe.”