Topavêjên Tirkiyeyê navçeya Şera jî topbaran dike

Dewleta Tirk hovîtiya xwe li dijî gundên kantona Efrînê dijwartir dike. Herî dawî gundên Qestel Cindo, Dîkmedaş û Baflûnê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Dewleta Tirk hovîtiya xwe li dijî gundên kantona Efrînê dijwartir dike. Herî dawî gundên Qestel Cindo, Dîkmedaş û Baflûnê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê ji qereqola Axçebaglar ya li hemberî gundê Yazibagê ya navçeya Şera gundên Qestel Cido, Dîkmedaş û Baflûnê yên navçeya Şera ya Efrînê bi zêdetirî 20 topan topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hat diyarkirin ku li navçeya Reco ya Efrînê jî balefireke keşfê ya dewleta Tirk li ser gundê Bilîlko û çiyayê Qerebêlê ya heman navçeyê firiya û dîsa vegeriya aliyê Bakurê Kurdistanê.

Topbaran hêjî berdewam dike.