Vê carê birayê Efkan Ala li ser kar e
Li dijî greva neçûna kar a 29'ê Kanûnê ya ji bo rojekê, ku sendîkayên karker û karmendan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike lidar xist, Wezareta Perwerdeya Milî mufetîş şand.
Li dijî greva neçûna kar a 29'ê Kanûnê ya ji bo rojekê, ku sendîkayên karker û karmendan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike lidar xist, Wezareta Perwerdeya Milî mufetîş şand.
Li dijî greva neçûna kar a 29'ê Kanûnê ya ji bo rojekê, ku sendîkayên karker û karmendan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike lidar xist, Wezareta Perwerdeya Milî mufetîş şand. Lêpirsîn ji aliyaê birayê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala Atif Ala ve tê meşandin.
Karker û karmendên li dijî komkujî û şerê AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin rojekê dest ji kar berdan, ketin ber lêpirsîneke berfireh. Hikûmeta AKP'ê ku di dema dawî de li hemberî karker û karmendên HDP'yî biryarên li dijî qanûnan werdigire, karê lêpirsîna karker û karmendên Kurd da birayê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala Atif Ala. Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Êlihê Azız Tûray li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ji ber têkçûna polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li ser Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd, ew hedef tên girtin.
'EV LÊPIRSÎN NÎŞANEYA TÊKÇÛNA POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA LI SER ROJHILATA NAVÎN E'
Tûray der barê greva neçûna kar de agahî da û got, "Li ser biryara hevkar a konfederasyona me KESK û konfederasyonên DÎSK û TMMOB'ê, ji bo şermezarkirina şerê ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin, roja 29'ê Kanûnê me jî ji bo rojekê dest ji kar berdan. Li Êlihê bi tenê 1.200 kesan destek dan vê grevê. Beriya vê, Egîtîm-Senê gelek caran çalakiya neçûna kar lidar xist. Ev yek bi peymanên navneteweyî û xala 90. a destûra bingehîn re hat ewlekirin û li derveyî cezakirinê hat hiştin. Li grevên me yên beriya niha yên neçûna kar, lêpirsîn nehat vekirin. Lê belê em lêpirsîna li hemberî greva me ay 29'ê Kanûnê weke parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê dibînin, ku bi têkçûna polîtîkaya hikûmetê ya li ser Rojhilata Navîn û polîtîkaya şer a li hemberî Kurdan ev konsept derket holê."
'BIRAYÊ EFKAN ALA SERKÊŞIYÊ JI LÊPIRSÎNÊ RE DIKE'
Tûray da xuyakirin, ku birayê Efkan Ala yê bi torpîl Atif Ala ê li Wezareta Perwerdeyê ya Milî hat wezîfedarkirin, lêpirsînê dimeşîne û anî ziman, ku endamên wan yek bi yek li odeyan hatine ragirtin û lêpirsîna wan hatiye kirin. Serkêşê vê lêpirsînê Serokê Kontrol û Rehberiyê ya Wezareta Perwerdeya Milî Atif Ala ye. Yanî birayê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala bi xwe vê lêpirsînê dimeşîne. Ev yek nîşan dide ku lêpirsîn siyasî ye. Em vê yekê weke hewldanek ji bo bêdengkirina me û endamên me dibînin. Li Tirkiyeyê cara yekê ye ku lêpirsînek yekser ji aliyê mufetîşên Wezareta Perwerdeya Milî ve tê meşandin. Mufetîşên wezaretê diçin dibistanan, endamên me yek bi yek dixin odeyan û lêpirsîna wan dikin. Ev lêpirsîn bi zextê hatiye kirin."
'JI ENDAMÊN ME RE GOTIN; DEMA WE SENDÎKA HILBIJARTIN, DIVÊ HAY JI XWE HEBIN'
Tûray anî ziman, ku mufetîşên lêpirsînê şîreta 'dema we sendîka hilbijartin, hay ji xwe hebin' kirine û bibîr xist, ku lêpirsîna il hemberî biryara konfederasyonê ya li dijî şer, serdema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan. Tûray got, "Du pirsan li endamên me dikin. Ya yekemîn; 'Hûn çima tevlî greva 29'ê Kanûnê bûn?' Ya duyemîn; 'Hûn çima tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya piştî grevê bûn?' Bêguman li endam û hevalên me yên nû, yên stajer re pirsên cuda, bi rêbazên cuda zext li wan kirine. Mînak ji wan re gotine 'dema we sendîka hilbijartin hîn bêhtir baldar bin'. Me dan xuyakirin ku ev lêpirsîna siyasî ye. Ev lêpirsîn ne îdarî ye. Eger wezaret vê lêpirsînê dimeşîne, hingî wê cezayan jî bide. Ya mîna vê, bi qasî em dizanin di pêvajoya 12'ê Îlonê de pêk hatibû. Her wiha di pêvajoya 28'ê Sibatê de ku timî jê dixwin û xwe mexdûrê wê nîşan didin, hatibû dîtin. Îro jî bi heman rengî bi ser mûxalîfan de diçin. Em vê şermezar dikin."