Dewleta Tirk gundê Şadiya yê Efrînê topbaran dike

Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrînê berdewam dike. Îro bi topan gundê Şadiya yê navçeya Reco topbaran kirin.

Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrînê berdewam dike. Îro bi topan gundê Şadiya yê navçeya Reco topbaran kirin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê beriya çend kêliyan ji qereqola Qabê ya devera Qesteliyê ya Bakurê Kurdistanê gundê Şadiya yê navçeya Reco topbaran dike. Hat diyarkirin ku zêdetirî 10 topan li aliyê kantona Efrînê ketine û derbarê encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Topbaran heta niha jî berdewam dike.