BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya edaletê

Bi daxwaza edalet û eşkerekirina qatilên yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê çalakî hat lidarxistin.

Bi daxwaza edalet û eşkerekirina qatilên yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê çalakî hat lidarxistin.

Li ser qetlîama 9’ê Çileya li Parîsê ya li hember sê jinên şoreşger tevî çend sal derbas bûn hê jî hêzên pişt nehatine diyarkirin, li ser vê di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a Ewropa, Kurdistanî û dostên wan weke her roja Çarşemê vê hefteyê jî daxwaza edaletê kirin.

Çalakiya nobeda edaletê ya vê hefteyê li pêşiya avahiya Parlamantoya Fransa di pêşengtiya jinên Ciwanên Azad de hat lidarxistin. Di çalakiyê de SKB û Tamîliyan jî pişgirî kirin.

Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, têkildarî qetlîamê biroşûrên hatin amadekirin hatin belavkirin. Girseyê berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê jî silav kir, çalakiya ku saetekê berdewam kir bi dirûşmên “ Qatil Tirkiye hevkar Ewropa”,” Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û “Kujer Erdogan” qîr kirin.

...