Dawudî: Amadekariyên ji bo operasyona Mûsilê qediya ye, dema biryardayînê ye
Dawudî da xuyakirin, ku operasyona ji bo Mûsilê li ber biryardayînê ye û got, "Artêşa Iraqê, pêşmerge, hêzên Şîa û hêzên leşkerî yên Êzidî, bi kurtasî hemû civakên bûne mexdûrê DAIŞ'ê wê tevlî operasyonê bibin."
FERZAT EMÎN EYUP
KERKÛK / ANF
în, 26 reşemiyê 2016, 09:12
Endamê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Şivan Dawudî da xuyakirin, ku operasyona ji bo Mûsilê li ber biryardayînê ye û got, "Artêşa Iraqê, pêşmerge, hêzên Şîa û hêzên leşkerî yên Êzidî, bi kurtasî hemû civakên bûne mexdûrê DAIŞ'ê wê tevlî operasyonê bibin."
Dawudî ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî ragihand, sala 2016'an wê bibe sala azadkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê. Dawudî got, "Di hevdîtina çend roj berê ya li Elmanyayê di nabera Ebadî û Barzanî de hat ragihandin, ku pêşmerge wê tevlî operasyona Mûsilê bibe. Hin hêz hene ku naxwazin hêzên Heşd el Şebî beşdarî operasyona li Mûsilê bibin. Lê belê divê neyê ji bîr kirin; herêma Til Efer cihê Tirkmenên Şîa ye û ew jî di nava Heşd el Şebî de cih digirin. Mafê wan jî heye ku di nava operasyona rizgarkirina cih û warên xwe de cih bigirin. Her wiha hêzên leşkerî yên Êzidiyan jî hene."
'HIKÛMETA IRAQÊ DIXWAZE SERHILDANA BI KAR BÎNE'
Dawudî diyar kir, ji bo operasyona Mûsilê demeke diyar a destpêkirinê nîne û da zanîn, ev çend roj in li Mûsilê gel li dijî DAIŞ'ê serî radike. Dawudî got, "Ji bo operasyonê amadekariyên leşkerî li ber temambûnê ne. Em dikarin bêjin; bi tenê biryara ji bo destpêkirina operasyonê ma ye. Bêguman hikûmet Iraqê dixwaze serhildana gel û eşîrên herêmê yên çend roj in li bakurê Mûsilê li hemberî DAIŞ'ê dest pê kiriye, bi kar bîne. Ev serhildan dikare bandorê li biryara operasyonê bike. Ji ber ku Mûsil ji bo herêmê gelekî girîng e."
'HEM BEXDA HEM JÎ HEWLÊR DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ DIKIN'
Şivan Dawudî bal kişand ser aloziya di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de û ev nirxandin kir: "Herêma Başûrê Kurdisatnê li gorî destûra bingehîn a Iraqê parçeyekî dewleta Iraqê ye. Di navbera rêveberiya navendî ya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de hin xalên li ser li hev nakin, hene. Li gorî min, her du alî jî derketina derveyî destûra bingehîn a Iraqê. Destûra bingehîn a Iraqê binpê kirine. Destûra Bingehîn a Iraqê bi tevlıbûna hemû aliyan û bi erêkirina wan re hatiye qebûlkirin. Lê belê em dibînin, kîjan xal li pêşiya kê asteng be, ew tê binpêkirin. Biryarên ku wan bi xwe mora xwe danîne binî, tine dihesibînin."
'TIFAQA HEWLÊRÊ YA BI TIRKIYEYÊ RE XETEYEKE STRATEJÎK E'
Parlamenterê Kurd ê li Parlamenta Iraqê da xuyakirin, ku têkiliya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi hikûmeta Tirk re daniye, xeteyeke stratejîk e û destnîşan kir, ku sedema xerabûna navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê, dewleta Tirk e.
Şivan Dawudî bal kişand ser planên demdirêj ên dewleta Tirk li ser herêmê û got, "Dixwaze Hewlêr ji Bexdayê dûr bikeve. Eger Tirkiye li herêmê ji aliyê leşkerî ve xurt bûya, wê li pêşiya statuya gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê bibûya asteng. Çawa ku îro li hemberî Rojava dijminatiyê dike, li dijî statuya Kurdên li wir derdikeve, ji bo pêşî li statuya li Başûrê Kurdistanê bigire ket nava hewldanên mezin. Bi awayekî leşkerî nikare mîna parçeyên din destwerdanê li Başûrê Kurdistanê bike, lê belê vê destwerdana xwe bi aborî û siyasî dike."
'HIKÛMETA HEWLÊRÊ DEWLEMENDIYÊN GELÊ ME PÊŞKÊŞÎ DIJMINÊ KURDAN KIRIYE'
Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Şivan Dawudî şikestina siyasî û aborî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bibîr xist û anî ziman, ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dewlemendiyên Kurdan xistiye bin xizmeta dijmê Kurdan. Dawudî dest lnîşan kir ku peymanên aboriyê yên bi dewleta Tirk re hatine kirin, bi yek alî bi tenê bi kêrî dewleta Tirk tê.